Ji bo zarok û jin ji êrîşan bên rizgarkirin Meclîsa Jinan bang kir
- 19:23 19 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû aliyên têkildar kir ku zextê li dewleta tirk bike da agirbestê bîne cih û korîdoran veke ji bo ku birîndaran ji bajêr rizgar bikin.
Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek da raya giştî.
Meclisê di daxuyaniyê de bang li jinên Kurdistanê û tevahiya cîhanê, NY, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê, UNICEF, Komkara Erebî û gelê Kurd li Kurdistan û li derve kir ku zarok û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar bikin.
Meclisê diyar kir ku di encama berxwedana destanî ya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk de tevî zexta cîhanî ya ku êrîşa dewleta tirk li ser bajaran û hedefgirtina sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. DYA û dewleta tirk gihaştin lihevkirina agirbestê. Lê tevî wê jî dewleta tirk agirbestê binpê dike, sivîlan, rojnamevanan, dibistanan, kadroyên tenduristiyê û ambulansan bi topebaran û balafirên xwe dike hedef. Meclisê destnîşan kir ku hejmareke mezin a şehîdên sivîlan di bin enqazan de mane û birîndar di nexweşxaneya Serêkaniyê de asê mane.
Meclisê di daxuyaniyê de bang li tevahiya aliyên têkildar, civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta tirk bikin ji bo ku agirbestê bîne cih, ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişe, korîdorên mirovahiyê ji bo derxistina sivîlan ji bajêr vekin, dorpêçê bi dawî bikin û cenazeyên şehîdan ji bin enqazan derxînin. Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku firîna balafiran li asîmana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexe bikin û çavdêrên navdewletî tevî pisporên lêkolînkirina sûcan bişînin herêmê.
Her wiha meclisê piştevaniya tevahiya azadîxwazan û jinên cihanê ji têkoşîn û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re silav kir û bang li wan kir ku berxwedana xwe û çalakiyên xwe ji bo rizgarkirina jiyana zarokên Rojava û jinan bidomînin







