'Kurd şerê man û nemanê didin'

  • 21:02 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê deklarasyona xwe ya Civata Giştî ya Asayî eşkere kir û bal kişand ser êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Kurd û Kurdistanî îro beramberî neyarê xedar şerê man û nemanê didin. Lewma em careke dî û bi giringî bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dikin ku yekîtiya mezin pêk bînin." 
 
19’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlîbûna nûnerên 50 sazî, dezgeh û rêxistinan li Hollandayê duh dest pê kir. Îro KNK'ê deklarasyona xwe aşkera kir. 
 
Civata Giştî ya 19’emîn a KNKê bi beşdariya endam û mêhvanan bi yekdengî hem êriş û dagiriya dewleta Tirkiyeyê ya li ser rojavaya Kurdistanê, hem jî bi giştî neyariya wan ya digel xelkê Kurd û Kurdistanê rûrêş û binpê dikin û bangî wan dikin ku zûtirîn dem hêzên xwe yên leşkerî hem ji rojavayê Kurdistanê hem jî ji başûrê Kurdistanê vekêşin.”
 
Deklarasyona KNK’ê wiha ye:
 
“Civata Giştî ya 19’emîn ya KNK'ê di demeke wisa da kom bû ku dewleta tirkiyeyê sefera qirkirina miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê daye dest pê kirin. Rojavaya Kurdistanê dîsa ve bi ber êrîşa Tirkiyeyê ket. Cerablûs û Ezazê têr nekir, Efrîn dagir kir. Bi wê jî nema niha dixwaze Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike û ji erd û esmanî bombe û agirî dibarîne ser xelkên Kurdistanê. Tirkiyeyê hedefa xwe hêj jî fireh kiriye û çavê wê lê ye ku timamî "Binxetê" anku Rojavayê Kurdistanê dagir bike.
 
Plana duyem Başûrê Kurdistanê ye 
 
Heke gihişte mexseda xwe şik tê da nîne ku planê duyemîn yê vê dewleta hov dagiriya Başûrê Kurdistanê ye. Jixwe gelek binkeyên leşkerî li cihên sertixûb li başûr bi cih kirine û ji navçeya Biradosta ve jî gav bi gav dest bi dagiriyê jî kiriye. Anku niyeta dewleta Tirkiyeyê têkbirina destkeftên Kurd û Kurdistaniyan e û vê niyeta xwe êdî venaşêre û bi dengekî bilind dibêje û di pratîkê de jî dike.
 
Êrîş wekî fetîheke îslamî nîşan didin
 
Dewleta tirkiyeyê bi rêvebiriya Erdogan û cepheyê AKP-MHP'ê hem li nav hem jî li derve bi temamî polîtîkayeke leşkerî û dagirkerî didomîne. Erdogan û cepheyê xwe seranserê Tirkiyeyê kiriye zîndan, niha dixwaze cihên dagirkirî jî teslîmî hêzên kevneperest û cîhadîst bike û di bin kontrola xwe de bigire. Erdogan, êrîşa li ser Girê Spî û Serêkaniyê gelek vekirî wekî fetiheke îslamîst nîşan dide ku di serî da divêt organîzasyonên îslamî dij derkevin û mehkûm bikin.
 
Xelkên paşkeftî piştgirî dide wan
 
Erdogan digel hevpeymanê xwe Bahçelî da ku rewşa kambax ya nava Tirkiyeyê anku krîza ekonomîk, polîtîk û sosyal bipeçinin, rizîna sistemê xwe ji ber çavên xelkên Tirkiyeyê birevînin çareyê di şerî da dibînin û hem li nav welat hem jî li derveyî welatî siyaseta şerî wekî bizaveke pîroz ya dînî û nijadî nîşan didin ku xelkê paşkeftî destekê bide wan.
 
Bi bazara qirêj dixwazin Kurdan tesfiye bikin
 
Erdogan digel cephedarên xwe berê Tirkiyeyê daye dinyaya totalîter, otokratîk û dîktatoriyal. Her diçe ji dinyaya demokratîk xwe dide paş û xwe nêzîkî dinyaya xwe ya antîdemokratîk dike ku siyaseta xwe ya reş û tarî bidomîne, jiyê desthilata xwe ya xwûnavî dirêj bike. Erdogan û Bahçelî bi kîn û nefreta kevneperestiya islamî û nijadperestiya Tirkîst destê xwe dane hev û Kurd û Kurdistan kirine nîşangeha xwe û kavil û wêran dikin. Di vî warî da adeta hemû heyiya welatê xwe pêşkêşî dewletên desthilatdar dikin û bi vê bazara qirêj dixwazin Kurdan tesfiye bikin.
 
Kurd berxwedana xwe bilind kirine
 
Dewleta Tirkiyeyê, di bin îdareya Erdoganê ixwanê muslimîn û Bahçeliyê faşist da nîşan da ku mezintirîn dijminên Kurd û Kurdistanê ne. Di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê da Kemalîstan çi zulm û jenosîd bi serê Kurdan anî, îro îslamîst û faşîst dehqat zêdetir bi serê Kurdan tînin û tinê bi qirkirina Kurdên li nav tixûbên xwe yên fermî namînin her weha êrişên birandinê li ser parçeyên başûr û rojavaya Kurdistanê jî dikin. Lê belê, ji pratîka duhî û îro ya bizava neteweperwer û welatperwer ya Kurdistanê xuya ye ku nikarin bigihine van hedefên xwe yên dijî mirovî. Li rojavayê Kurdistanê Kurda digel hevçeperên xwe yên Kurdistanê û hevpeymanên xwe yên navneteweyî berxwedana xwe bilind kirine û di halê hazir da jî vê berxwedanê didomînin.
 
Dê Kurd bi ser keve 
 
Di vê berxwedanê da Kurdan digel pêkhateyên dî yên Kurdistanê çawa dagiriya hêza kevneperest ya îslamî DAIŞê bi dawî aîn, dê dawiyê li vê dagiriya dewleta Tirkiyeyê jî bînin û welatê xwe rizgar bikin û hem xwe hem jî xelkên hevqeder yên Kurdistanê ji vê belaya reş xilas bikin. Di vê têkoşînê da misqalek şika me nîne ku bizava rizgarixwaz û azadîxwaz ya Kurdistanê dê bi ser bikeve, dewleta Tirkiyeyê wê bi bin bikeve. 
 
Kurdistanî Rojava bi tenê nehiştin 
 
Kurd û Kurdistanî ewil bi hêza xwe ya organîze û bi piştevanî û desteka xelk û welatên demokratîk û humanîter wê êriş û dagiriya dewleta Tirkiyeyê bişkênin û ji welatê xwe derxin. Di vî demê xembar yê rojavaya Kurdistanê da hem xelkê me li çaraliyê welat û meydanên dîasporayê, hem jî xelkên cîhana demokratîk û humanîter berxwedana xelkê rojavaya Kurdistanê bi tinê nehêlan û piştevaniya xwe ya germ bi aktîvî nîşan dan.
 
Beranberî neyarên kurdan tifaq... 
 
Bi taybetî li başûrê Kurdistanê ji parlementoyê heta hkûmetê û serokatiya herêmê, ji partiyan heta organîzasyonên sivîl, ji xelkê sade heta medyayê piştevaniyeke germ û herweha aktîv hate nîşan dan. Em qîmetekî mezin didene vê yekê û daxwaz dikin ku ev seferberiya neteweyî rê li ber yekîtiya mezin ya neteweyî û niştimanî xweş bike û bi tifaqî beramberî neyarên Kurd û Kurdistanê bête sekinîn.
 
Divê hevgirtiya neteweyî xurttir bikin
 
Xelkê me li rojhilata Kurdistanê, li bakura Kurdistanê û hemû meydanên dîasporayê jî mil bi milê hêzên dost nerazîbûneke xurt nîşan da û ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê bi xurtî protesto kirin ku eve jî cihê teqdîrê ye. Divêt xelkê me li çaraliyê welatî û li her derê lê dijîn vê sekina xwe ya hevgirtî ya neteweyî û niştimanî xurttir bikin, mezintir bikin û mayînde bikin. Heke Kurd û Kurdistanî bi gotin û axivtinê nemînin û di pratîkê da vê tifaqa neteweyî û niştimanî ya hevgirtî nîşan bidin dikarin hemû plan û projeyên dewleta Tirkiyeyê yên antî Kurd û Kurdistan pûç bikin.
 
Divê YE Û NY misyona xwe bi cih bîne
 
Di serî da em agirbesta li Rojavaya Kurdistanê ya bi navbeynkariya rêvebiriya Amerîkayê hatiye îlan kirin di van şertên dijwar da ji bo parastina xelk û welatê xwe gaveke erênî dibînin. Lê belê, ji tecrubeya salan nîgeraniya me jî heye û em dixwazin bala rêvebiriya Amerîkayê û welatên dî yên dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bikêşin ku li ser vê agirbestê bi hessasiyeteke bilind rawestin û firsetê nedine entrîkayên Erdoganî û dewleta Tirkiyeyê ku dest bi hîlebaziyan bikin û di pratîkê da cihên dagirkirî fireh bikin û xwe bidene ferz kirin ku îro jî rîayetiya agirbestê nakin. Lewma daxwaza me ew e ku mekanîzmayeke navneteweyî jî di vî warî da roleke kontrolê bileyize û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî di nav da bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY)vî misyonî bi cih bîne û divêt ji Tirkiyeyê bête xwastin ku bê qeyd û şert hêzên xwe ji Kurdistanê derêxe. Di vê prosesê da Hêzên Sûriyeya Demokratîk heta ku êrişî wan neyê kirin dê girêdayî agirbestê bimînin ku em jî destekê didene vê biryara wan.
 
Dewletên Ereb cara yekem Tirkiye şermezar kirin 
 
Yekîtiya Dewletên Erebî di dîroka xwe da cara pêşîn e ku dijî dewleta Tirkiyeyê pozisyoneke hinde zelal werdigire ku dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin û hindek biryarên fişarî yên wekî ambargoyî wergirtin. Em qîmetekî mezin didene vê reftara nû ya Yekîtiya Dewletên Erebî û spasî wan dikin.
 
Em qîmetekî mezin didin hemû piştewaniyên navneteweyî 
 
Her weha NY û NATO'yê jî pozisyoneke nerazîbûnî wergirtin û hiştariyên giring dane dewleta Tirkiyeyê ku dev ji vê êrişkarî û dagiriya xwe berdin. Em bi dilgermî spasî wan jî dikin û li heviyê ne ku piştevanî û hevkariya xwe xurttir bikin û bi taybetî daxwazê ji NYê dikin ku beramberî hemû dagirkeran, ji bo Kurdistanê rol û mîsyoneke parêzer bi cih bîne. Herweha Israîl, Kanada û gelek welatên dî êrişkariya dewleta Tirkiyeyê şermizar kirin û piştevaniya xwe ya digel xelkê Kurdistanê û bi taybetî rojavaya Kurdistanê deklare kirin ku ev pozisyona wan li nik xelkê Kurdistanê bihadar e. Em qîmetekî mezin didene van hemû piştevaniyên navneteweyî yên bi giştî û spasdarê hemûyan in.
 
Bila xelk di nava aştî û aramiyê de bijîn 
 
Em berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ya YPG û YPJ û hemû xelkên rojavaya Kurdistanê pîroz û bihadar dibînin û piştevan in, hevkar in û digel wan in. Berxedana wan hêj ji niha ve sempatî û destekeke mezin peyda kiriye li seranserê cihanê ku eve girîng e û bihadar e. Ji bo ku rê li ber dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê bigirin em destekê didene hemû hewildanên wan yên polîtîk, dîplomatîk û leşkerî. Di vê çarçoveyê da li hev hatina wan ya digel hukûmeta Şamê ya konjonkturel ku bi hev ra bergiriyê li dijî dagiriya dewleta Tirkiyeyê bikin di van şert û mercên dijwar da rast e û hêvî dikin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Şamê li ser esasên pêkve jiyana wekhev û demokratîk bigihine lihevhatineke maqûl. Bi vê munasebetê em bangî hukûmeta Şamê jî dikin ku di nav reftareke aştiyane da bin û rê li ber pêkhatina xelkên Sûriyeyê xweş bikin ku Sûriye bibe welatekî demokratîk ku hemû xelk digel hev di nav aştî û aramiyê da wekhevane û azadane bijîn.
 
Kurd şerê man û nemanê didin
 
Di encam da, Kurd û Kurdistanî îro beramberî neyarê xedar dewleta Tirkiyeyê şerê man û nemanê didin. Di vê têkoşîna man û nemanê da yekîtiya navxweyî MAN e, belaviya navxweyî jî NEMAN e. Lewma em careke dî û bi giringî bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dikin ku yekîtiya mezin ya Kurdistanê pêkbînin. Ji bo vê armanca mezin û dîrokî em daxwazê ji hemû serokên organîzasyonên polîtîk yên Kurdistanê dikin ku lezînen û bi yek rojevê kom bin û pirsa ku îro derketiye meydanê gotûbêj bikin û resmekî hevgirtî bidene xelkê Kurdistanê û hemû dinyayê.
 
Civata Giştî ya 19’emîn a KNK'ê bi beşdariya endam û mêhvanan bi yekdengî hem êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser rojavaya Kurdistanê, hem jî bi giştî neyariya wan ya digel xelkê Kurd û Kurdistanê rûrêş û binpê dikin û bangî wan dikin ku zûtirîn dem hêzên xwe yên leşkerî hem ji rojavayê Kurdistanê hem jî ji başûrê Kurdistanê vekêşin.”