Heyva Sora Kurd bi alîkariya Xeca Sor a Sûrî 30 sivîlên birîndar xelaskirin

  • 08:30 20 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Heyva Sora Kurd bi alîkariya Xeca Sor ya Sûrî di seetên sibê de berê xwe dane bajarê Serêkaniyê ji bo alîkariya sivîlên birîndar, di encamê de 30 sivîl û 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane cenazeyên wan xelaskirin.
 
Dewleta tirk ev 11 roj in bê navber êrîşê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di nava topbarana van êrîşan de bi sedan kes birîndar û jiyana xwe ji dest dan e. Tevî ku agirbest ji aliyê dewleta tirk  a dagirker û Emerîkayê ve hat îlankirin, lê dewleta tirk pîvanên agirbestê pêknayinê û heya niha bajar di bin topbaranê de ye. Rêxistinên tendirustiyê çend caran hewil dan xwe bighînin birîndarên sivîl, lê ji aliyê dewleta tirk ve dihatin hedefgirtin û ne dihêştin derbasî bajêr bibin. Îro jî Heyva Sora Kurd bi alîkariya Xeca Sor ya Sûriyê xwe gihandin bajêr û dikarîbûn 30 sivîlî û 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane xelas bikin.
 
'Rewşa mirovahî li Serêkaniyê pir xerabe'
 
Endamê Heyva Sora Kurd Dilgeş Fatmî derbarê rewşa birîndaran û rewşa Serêkaniyê wiha got: "Ev çend rojin me wekî Heyva Sor hewil da em derbasî bajarê Serêkaniyê bibin û korîdoreke mirovahî ji bo rakirina birîndar û sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane were vekirin. Lê her carekê em rastî bombebarana artêşa tirk dihatin. Vê carê me xwe gihand bajêr û  heya niha 30 birîndar û cenazeyê 4 sivîlan  me xelas kirine. Niha rewşa mirovahî li Serêkaniyê pir xerabe nexweşxaniye Roj a navenda bajêr tê topbarankirin. Hîn gelek cenaza û birîndar di bajêr de hene. Divê korîdora mirovahî were vekirin, da ku em bikaribin xwe bighînin van kesên mayî. Em bi hêvîn e ku rêxistinên mirovahî bi erkê xwe rabin da ku em bikaribin jiyana mirovên mayî xelas bikin."
 
'Tu encamên agirbestê ne hatine bêkanîn '
 
Dilgeş di dewamiya axaftinên xwe de balkişand li ser rewşa birîndaran û wiha dibêjê:  "Birîndarên ku di Serêkaniyê de asê mabûn, piştî 3 rojan di encamê xebatekî mezin  ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve, niha birîndarên ku hatine xelaskirin di nexweşxaneyên Qamişloyê de tedawiya xwe dibînin. Ev birîndarên ku gihêştina nexweşxaneyê divê derheqê birînên wan de lêkolîn werin kirin, ji ber hin birîn hene di texmîna me de encamên wê bikaranîna cekên qedexikirîne. Rûxmî ku agirbest jî hatiye îlankirin, artêşa dewleta tirk ne hiştin em xwe bighînin bajêr. Tu encamên agirbestê ne hatine bêkanîn."
 
'Jiyana mirovan di nava qirkirinê de ye'
 
Sivîlên birîndar yên ku niha di nexweşxaneyên Qamişlo de ne dibêjin ku: "Di fikira me de dema agirbest hat îlankirin, wê ev  êrîş werin rawestandin. Berovjî rewşê dewleta tirk  a dagirker êrîşî cihên ku  em lê dijîn kirin û bi hovîtiyeke mezin êrîşên hîn girantir dike. Dewleta tirk a dagirker tu pîvanên agirbestê pêk nayînin, jiyana mirovan di nava qirkirinê de ye."