Menal Mihemed Emîn: Divê zarok aram bijîn û vegerin dibistanên xwe
- 09:04 20 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Berdevka Giştî ya Komîteya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn li ser rewşa şerê herêmê û girtina dibistanan wiha got: "Tu sûcê zarokan di nava van şeran de nîne ku ji perwerdeya xwe dûr bikevin. Divê aramîyek ji bo zarokan were çêkirin û vegerin dibistanên xwe."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 9'ê Cotmehê ve li ser herêmê tên meşandin. Di encama êrîşan de, yên ku para xwe ji vî şerî girt zarok bûn. Tevî topbaran û bombebaranê gelek sivîl û zarok bûn qurbanî û ji bajarê xwe hatin koçkirin. Bi sedema vê topbaranê gelek dibistanên zarokan hatin hedefgirtin û rûxandin û deriyê dibistana hatin girtin. Têkildarî nirxandina rewşa girtina dibistana û rewşa şerê herêmê, Berdevka Giştî ya Komîteya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Kantona Qamişlo Menal Mihemed Emîn nirxand kir .
'Bi sedama tirsa li ser jiyana zarokan me dibistan girtin'
Menalê li ser rewşa girtina dibistana wiha axivî: "Ev deh roj in êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên me tên meşandin. Ji ber rewşa şer dibistanên me hatin girtin û gelek zarok bê perwerde man û dûrî xwendinê ketin. Hin dibistanên zarokan di encama topbaranê de hatin rûxandin û gelek zerar gihaşt wan. Ji ber topbaran zêde ye gelek dibistan koçberên ku malên wan di xeta sînore de lê bi cih bûn. Her wekî din dibistanên me yên kantona Hesekê û hin dibistan yên kantona Qamişloyê jî koçberên bajarê Serêkaniyê lê bi cih bûne. Tirseke mezin li ser jiyana zarokan hebû, ji bo wê me biryar da ku dibistan werin girtin û xwendin were rawestandin. "
'Divê zarok aram bijîn û vegerin dibistanên xwe'
Menalê di nava axaftinên xwe de bal kişandin ser bandora girtina dibistanan li ser perwerdekirina zarokan û wiha gotina xwe domand: "Di nava êrîşên dewlet tirk a dagirker de metirsiya mezin di nava zarokan de jî çêbû. Rengê xweşiya jiyanê di nava zarokan de nemabû. Wekî Komîteya Perwerdeyê me biryar da ku ji sibe û pêde dîsa deriyê dibistanên me werin vekirin û zarok derbasî dibistanan bibin. Tu sûcê zarokan di nava van şeran de nîne ku ji perwerdeya xwe dûr bikevin. Divê aramîyek ji bo zarokan were çêkirin û vegerin dibistanên xwe. Zarok ên herî bêtir ji van şeran bandor bûne û ne di ferqa şerê ku di qewimê de ne. Em dixwazin zarok dîsa kêfxweş bibin. "
'Zarok jî bi tirsê û komkojiyê re rû bi rû mane'
Menalê di nava gotinên xwe de qala rewşa şer li herêmê û êrîşên qirkirin û dagirkeriyê kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe : "Îro herêma me di nava şerê ku pilan jêre hatiye kirin re derbas dibe. Li ser qirkirina gelê me hêzên hegemonîk li hev kirine û bi rojan rojan topbaran li ser herêmê dihat çêkirin. Zarok jî bi tirsê û komkojiyê re rû bi rû man. Hewildanên me hene ku dema sibe em zarokan derbasî dibistana bikin, moralê wan baş bikin û rehetiyekê bikin nava dilê wan. Bi hêviya ku ev şer were rawestandin û nema zarok û mirov werin kuştin. Şervanên me li ser vê axê destanên qehremaniyê didin nivîsandin û hêviyên me her serkeftin e."
'Zarokên malbatên koçber wê perwerdeyên xwe di dibistanan de bibînin'
Menalê wiha dawî li gotinên xwe anî: "Koçberên ku ji herêmên cuda li dibistana bi cih bûne, pirojeyên me ji bo wan jî hene. Zarokên ku li dibistanên malbatên wan bi cih bûne wê perwerdeyên xwe dewam bikin, da ku pêşeroja van neyê windakirin. Banga me ji bo saziyên navneteweyî û rêxistinên mafê zarokan heye ku ev şer were rawestandin û dîsa aramî di nava herêmê de çêbibe."







