Xwendekarên jin: Em gumanbarên tên berdan naxwazin
- 09:10 20 Cotmeh 2019
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Li Zanîngeha Egeyê xwendekarek jin rastî tacîzê hatibû û piştî vê xwendekaran li ser çapemeniya civakî kampanyayek da destpêkirin. Der barê kampanyayê de xwendekarên jin bûn hedefa êrîşên zayendperest. Xwendekarên jin diyar kirin ku ev êrîş bi awayekî rêxistinkirî pêk hatine.
Li zanîngeha Egeyê, li Wargeha Saziyên Wargehên Krediyê (KYK) xwendekarek jin rastî îstîsmara zayendî ya Aykut Y hatibû û piştî bûyerê xwendekarên jin yên Zanîngeha Egeyê li ser çapemeniya civakî bi etîketa ‘#egedetacizvar’ kampanya da dest pê kirin û vîdeoya amade kiribûn parve kirin û bertekên xwe anîn ziman. Lê xwendekar piştî vê parvekirinê hedef hatin girtin û rastî êrîşên zayendperest hatin.
Jinên ji ajansa me re axivîn, bal kişandin ser tedbîrên ewlehiya ku rêveberiya zanîngehê di kampusê de girtiye û gotin yek ji van tedbîran zêdekirin hejmara peywirdarên ewlehiyê ye û bal kişandin ser dersên wekheviya zayendî ya civakî yên hatine rakirin. Jinan her wiha destnîşan kirin ku ewlehiya civakê bi afirandina xwedî hişmendîkirina civakê pêkan e û wiha got: “Êrîşên li hember têkoşîna jinan a li ser çapemeniya civakî piştî operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê şûnde zêde bûne. Êrîşkar jî bi awayekî rêxistinkirî tev digerin.”
‘Tacîzê dikin hincet û dikin bin dorpêçê’
Zelal Baydemîr diyar kir ku tacîza li zanîngehê hatiye jiyîn ji aliyê rektor ve bi awayekî hiqûqî tê şopandin û lambe jî piştî kampanya li ser çapemeniya civakî çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 15’ê mehê de senatoyê daxuyanî da û got ‘di deqeyekê de mudaxale hatiye kirin’. Lê herî kêm 15 deqe derbas bûbû. Gotin wê ewlehiyên bi motor zêde bikin. Zêdekirina hejmara ewlehiyan, bi butonên beşa lezgîn, pêkanînên li ser telefonan naguhere. Zanîngeh qadek cemawerî ye. Divê ji aliyê her kesî ve bê bikaranîn. Zanîngehê dikin bin dorpêçê. Ji bo vê jî mijara tacîzê tê bikaranîn. Mijara esas, YOK’ê dersên wekheviya zayenda civakê ji mufredatê rakir. Gelo çima behsa zanîngheên jinan tên kirin?Divê ev bê nîqaşkirin. Ji bo yek mijarek tacîzê dibêjin ‘we heq kir’. Ji ber vê ewlehiya canê me tune ye. Pewyirdarên ewlehiyê hene. Gelo ev bi çi re eleqeder dibin, ev girîng e.”
‘Sema Maraşli der barê jinan de heqeret kir’
Pinar Usta jî da zanîn ku ji ber parvekirina li ser çapemeniya civakî rastî êrîşan hatine û got yek ji van gotinan jî ya weke ‘Li çiyan terorîst, li bajaran femînîst’ bû. Nivîskarek bi navê Sema Maraşli jî bi taybet der barê jinên Zanîngehe Egeyê de gotinên ku nayên ser ziman vegot. Em bi xerakirina malbatê hatin sûcdarkirin. Di vir de tu rewşek der barê malbatê de tune bû, jiyana mirovahî ya jinê mijara gotinê bû. Ev rewş, rewşeke ku mafê perwerdehiyê asteng dikir bû. Ji ber tacîza pêk hatiye em nikarin li zanîngehê aram bin. Heta me ji rektor xwest ku daxuyaniyekê bide. Piştre wek bila zanîngehên jinan hebin hat nivîsîn. Yanî ji me re dibêjin ji malê, ji wargehê dernekevin.”
Pinarê bi lêv kir ku yên êrîşê wan kirine bi van gotinên xwe gumanbarên tacîzê parastine û ev tişt bi lêv kir: “Xwendekarên zanîngehê li dijî piştevaniya jinan bi hestiyar bûn. Lê yên ne ji zanîngehê, gelek mirovên ku me texmîn kir têkiliya wan bi tarîkatê re hene, bertek nîşan dan. Berê jî em bi dijminahiya li hember jinê û terorîzekirinê re hatin rû hev. Hevalek me ya LGBTÎ jî di vîdeoyê de bû. Heqeretên homofobîk û zayendperest hatin kirin. Daxwaza me ev e ku dersên wekheviya zayenda civakî bên ferzkirin.”
‘Jina rastî tacîzê hatibû, hat tirsandin’
Melodî Zengîn jî diyar kir ku jina ku piştgirî daye parvekirina kampanyaya li ser çapemeniya civakî wek terorîst hatiye nasandin û rektoriyê gazî jinê kiriye û wiha pê de çû: “Heval ne bersivê didin piştevaniyê ne jî didin daxwazên parêzerên jin. Yanî hatine tirsandin. Ewil piştevanî dixwestin. Piştgiriya parêzer dixwestin. Niha bi parêzerên rektoriyê re muxatabin. Kesê tacîzkar jî di 13’ê cotmehê de hat berdan. Ajokarê traktorê yê bê ehliyet ku Sezen Zambak jî kuşt hat berdan. Îfadeya ‘em şopdarê dozê ne’ jî vala derket. Em xwendekar dixwazin kujer bên berdan. Em ê kampusên bê şîdet bi piştevaniya jinan ava bikin.”







