Ciwanên Mexmûrê êrîş şermezar kirin

  • 09:18 20 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Ciwanên li Mexmûrê li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin. 
 
Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Leheng Kara ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser berxwedanê û wiha gotin: "Em îro di pêvajoyekî hesas re derbaz dibin. Dijimin dixwaze hebûna me tune bike, berxwedana me têk bibe. Lê bi polîtîkayên qerêj Rojava têk naçe. Bi berxwedanê kurd li vir hebûna xwe misoger dikin. Li hemberê hemû dagirkeriyên heyî bi teybetî tirk em ê li ber xwe bidin û serxwebûna xwe misoger bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.