Jinên Efrînê: Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin
- 11:08 20 Cotmeh 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jinên ku tevlî meşa Tevgera Kevena Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê bibûn axivîn û gotin: "Em ê li hember dagirkeriyê bisekinin û heya serkeftinê şer bikin."
Duh bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn, Tevgera Çand û Hunerê û wênexêzên Efrînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek girseyî lidarxistin. Jinên ku tevlî vê meşê bûn nêrînên xwe parvekirin.
'Dinya bê deng bû lê em ê dengê xwe bilind bikin’
Hevseroka Çand û Huner a Efrînê Sîlva Hebeş êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikin. Em bi cilên xwe yên gelerî tevlî meşê bûn. Dibe dewletên navnetewî li hember êrîşan bêdeng bimînin, lê em weke Gelê Kurd herdem dengê xwe bilind bikin. Em ê jî şer bikin heya serkeftin ya me be."
'Em ê li hember dagirkeriyê bisekinin'
Endama Çand û Hunerê Xedîce Mihemed destnişan kir ku ew dê herdem li dijî êrîşan têbikoşin û wiha dewam kir: "Dagirkeriya dewleta tirk, bi hovane êrîşî gelê me dike, em ê jî herdem li ser piyanbin da ku em ax ê xwe biparêzin. Dewleta tirk bi taybet di van êrîşan de zarok û jinan hedef digire û em jî dibêjin tu çiqas hovane êrîşî me bikî jî em ê bi têkoşîna xwe bersiva herî tund bidin te. Ji bo wê em ê herdem li pêşiya dagirkeriyê bisekinin û em piştigiriyê didin gelê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
'Em ê herêmên dagirkerî bi berxwedaniyê rizgar bikin'
Fîdan Hemdeşo jî lihevkirina dewletan li ser xakên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê nirxand û wiha domand: "Li Efrînê jî dewleta Rusya destûr da Tirkiyê da ku êrîşî xaka me bike, îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amerîka bi heman şewazî nêz dibe. Armanca dewletan qirkirina Gelê Kurd e. Em jî wek gelê Sûriyê dijîn piştgiriyê bidin hev û heya em bi serkevin. Dewlet çiqas bi me re şer bikin jî êrîşa wan têrê tunekirina me nabe. Em ê cihên ku dagirkeriyê hene bi berxwedana xwe rizgar bikin."
'Aştî û azadî bi serbikeve'
Endama Tevgera Kevena Zêrîn Berfîn axivî û wiha got: "Zarokên me li hember dijmin li ber xwe didin. Em jî li Şehbayê bi piştgiriya xwe li gel zarokên xwe bin. Îro dewleta tirk ne dibêje jin, ne dibêje zarok êrîş dike û hemû dewlet jî li hember van bêdengin. Êrîşkirina jinan û zarokan sûceke, lê belê tevahî dewlet çavên xwe digirin. Çi dibe bila bibe, dê aşitî û azadî bi ser bikeve."
'Em ê li dijî dagirkeriyê dengê berxwedanê bilind bikin’
Şîlan Omer jî helwesta xwe li hember dagirkeriyê anî ziman û vegot: "Hemû dewlet li hember êrîşên artêşa tirk a dagirker bêdeng man. Em jî ji hemû dijminan re dibêjin, em hene em ê her tim li dijî qirkirinê û dagirkeriyê dengê berxwedanê bilind bikin. Erdogan êrîşî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dê dagirkeriya Osmaniyan bi destê Gelê Kurd têk biçe."







