Şêniyên Qamişloyê berê xwe dan Serêkaniyê
- 11:36 20 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Serêkaniyê.
Êrîşên arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel agirbesta ku tirkiye îlankiribû didomin. Di encama êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Îro ji seatên serê sibêhê bi sedan şêniyên Qamişloyê berê xwe dan bajarê Serêknaiyê ku bibin mertalên zindî li beramberî êrîşên arteşa tirk. Gel berê xwe dan Til Termir û li wir dê bi hev re berê xwe bidin Serêknaiyê û bibin mertalên zindî.







