'Êrîşa li ser Rojava êrîşa li ser tevahiya Kurdistanê ye
- 12:23 20 Cotmeh 2019
- Rojane
KERKÛK - Li bajarê Kerkûkê bi pêşengiya rewşenbîr, hunermend û pêşengên saziyên civakî kampanyaya piştevaniya bi Rojava re tê despêkirin.
Li bajarê Kerkûkê yê başurê Kurdistanê , zêdetirî 15 komên ji rêxistin, sazî, hunermend, kesayetên naskirî û rewşenbîran pêktên ji bo piştevaniya Rojava kompanyaya bi navê ‘Kerkuk ji bo Rojava li ser piyane’ dan despêkirin. Tê payîn ku dê kampanya du rojan berdewam bike.
Nunerên koman li gel beşek çalakvan û rewşenbîrên Kerkûkê ku di nav de mamostayên olî jî hene, di kongreyek ya rojnamevaniyê de êrîşên dewleta tirk yên li ser Rojava şermezar kirin û ragihandin ku ew ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê didin destpêkirin. Di heman rojê ku kampanya bidomê wê çalakiyên hunerî, şano û muzîkê jî bi armanca şermezarkirina êrîşan bên lidarxistin. Hat ragihandin ku alîkariya bê komkirin jî wê bigihînin rêxistina Heyîva Sor a Naveneteweryî û bi rêya wan bigehînin rojavayê Kurdistanê.
Derbarê kampanya alîkariyê de mamoste Dilovan Ekrem ku yek jî rêxistinkerê kampanyayê ye xebatên xwe yên kampanya û çalakiyên ji bo piştevaniya Rojava de ev nirxandin kir: “Ji bo komkirina alîkariyê tîmên me wê li tax, kolan û kuçeyan bigerin û ji xwîşk û birayên me yên rojava re alîkariya malî kom bikin û piştevaniya manewî bixwazin.”
‘Êrîş li ser hemû kurdan e’
Dilovan êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava wekî yên bi giştî ser tevahiya Kurdistanê bi nav kir û wiha domand: “Êrîşên dewleta tirk li ser Rojava, êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê ne. Em weke jin û hunermend û çalakvanên Kerkûkê nikarin li beramberî vê yekê bê deng bimînin. Em dixwazin bi rêya alikariyê kêm jî be zoriyên ku xwişk û birayên me li Rojava dikişîn kêmtir bikîn û di heman demê yekdengiya kurdan aşkere bikin.”
‘Xema me hemuyan yeke’
Hunermedan jî diyar kir ku çalakiya xwe ya hunerî ku li ser kolanan pêk bînin dixwazin gel kom bikin û armanca çalakiya xwe bibêji ku di xwazin çi bikin. Ji avan hunermedan Hawar Fars ya şanogerer ku niha li Kerkûkê dimîne jî armanca tevlibûna xwe ya vê kampanyayê wiha tîne ziman: “Em penaberî Kerkûkê bûne. Em dizanin dicihde hiştina mala xwe û axa xwe çi qas bi êşe. Ji ber vê yekê armanca me ew e ku ji bo Kerkûkiyan bêjin Rojava jî weke me êşê dikişîne û pêdiviya wan bi piştevaniya me tevan heye. Em dibêjîn xema me hemuyan yeke. Ji bo piştevaniya Rojava divê em dengê xwe bigihinin hemû cîhanê.”
‘Ez êşa zarokên Rojava dikêşim’
Ji Hemwelatiyan ku kêfxweşiya xwe ji bo vê kampanyayê anîn ziman û piştevaniya xwe ragihandin, jina bi navê Lana ku jinek çalakvan li Kerkukê ye jî dibêje: “Ez êşa zarokên birçî yên Rojava dikişînim. Hatina min ya vê derê weke dayikekê bibim alîkar ji bo dayik û jin werin beşdarî vê çalakiyê bibin ku em hemu bi hev re birina Kurdistanê derman bikin û peyamekê bidin dijmin ku em hemû yekin. Dema ku dagirker destekî me birîndar bike, em ê bi destê din birîna xwe bipêçin û xwe biparêzin. Em hemû yek bedenin, her êrîşek li ser beşek bedenê, me hemûyan dêşîne û bêhal dike. Ger em di nava xwe de yekitiye ne parêzîn, em ê çawa bikaribin ji welatên din re bibêjin piştgiriyê bidin me. Divê em hemû xwedî berpirsiyarî bin li hemberî xuşk û birayên xwe li her parçeyek Kurdistanê. Ji ber ku êşa wan êşa me ye. Êrîşa li ser Rojava êrîşa li ser hemû Kurdistanê ye.”







