Fîgen Yuksekdag: Xwedî li Rojava derkevin
- 13:20 20 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîgen Yuksekdag, êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Ji şer û sûcên şer ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê hemû dewlet, dezgehên navneteweyî berpirsin. Li dora Rojava jiyaneke alternatîf hat avakirin, divê xwedî li Rojava bê derketin."
Hevseroka giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye der barê êrîşên arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi nameyek bersiv da pirsên ANF'ê.
Fîgen, diyar kir ku polîtîkaya bingehîn a desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê şer e û got: "Dibe ku hûn xurt bin, lê belê ev nayê wê wateyê ku hûn mafdar in. Desthilatdariya qesrê ya AKP'ê û lobiya şer a li dora wê kom bûye, hewldide ku xwe bi zordarî mafdar nîşan bidin lê belê nikarîn vê bikin û wê nikaribin bikin jî. Tevî ku xwedî hêza bêdawî ya leşkerî û siyasî ne jî xwedî derfetên NATO'yê ne. Hêzên emperyalîst hemû firsendan pêşkêşî wan dikin, medya, partiyên mûxalefetê bi kar tînin jî nekarîn xwe rewa nîşan bidin."
'Gelê herêmê tê kuştin'
Fîgen, da zanîn ku piştî li bin guhê dîwêr ketin, niha radibin dibêjin 'Dinya hemû li dijî me ne, em têra dinyayê hemûyî dikin' û wiha dirêjî da nameya xwe: "Yên hatin kuştin û ji warê xwe bûn careke din gelên Rojava û gelên herêmê bûn. Lê belê aşkereye ku desthilatdarî bi vî şerî bi ser nakeve. Ji ber ku mafdarî û hebûna dîrokî ya li Rojava bi top, tiving û bombeyan ji holê nayê rakirin, yên ku wî tiştî dikin dê ji holê rabin û teqez bi rengekî giran jî dê têk biçin. Ew roj ev roj e nizanim, lê belê AKP û dûvikên wê bi vî rengî bidomînin wê bi rengekî dîrokî û tund têk biçin."
'Encamên wê dê gelek giran bin'
Fîgen, daxuyand ku ne Kurd Kurdên berê ne, ne jî hevsengî hevsengiyên berê ne û wiha got: "Dema ku mirov bala xwe didin ser bûyerên dawî, xuya ye ku nediyar e ku we kî bi ser bikeve kî winda bike. Bi polîtîkaya nebaş a dewletê jî pira dîrokî ya navbera gelên Kurd û Tirk ya ku bi rêya dînamîkên têkoşînê û siyaseta demokratîk heta îro hatibû, dê têk biçe. Heke pira dîrokî ya navbera gelên Kurd û Tirk bê hilweşandin dê wê demê encamên gelekî giran derkevin holê ku bi tu rengî nikarin bên vegotin."
'Îkdîtar têk diçe'
Fîgen, bal kişand ser îktîdarê û wiha dom kir: "Heta îro YPG, YPJ û QSD'ê zirarek nedane welatên din. Tirkiye ji bo xwe meşrû bike êrîşî wan dike. Li vir jî tê xuyakirin ku Tirkiye di dijminatiya Kurdan de bi israr e. Lê îktîdara siyasî di stratejiya xwe ya li Sûriyeyê de cara duyem jî dê têk biçe, lê ne tenê AKP, hêzên ku piştgiriyê didin faşîzmê jî dê têk diçin. Amerîka û Rûsya ji Tirkiyeyê re dibêje lêxe, Tirkiye lêdixe, dibêjê rawestê Tirkiye radiweste. Ev tişt tê wateya qedandina xeta îktîdarê. Dûh Efrîn hat dagirkirin û xwîna bi hezar sivîlan hat rêjandin û îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê mezlûm tên qetilkirin."
'Ji sûcên şer hemû dezgehên navneteweyî berpirsin'
Fîgen sûc, şer û berpirsiyariya dewletan bi wan gotinan anî ziman: "Şer û sûcên şer ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên ji vî sûcî hemû dewlet, dezgehên navneteweyî berpirsin. Li gel kaos û têkçûyîna îktîdara siyasî di şer de israr dike. Li dora Rojava jiyaneke alternatîf hat avakirin, divê xwedî li Rojava bê derketin. Heke li vir jiyana nû û vîna polîtîk ji holê bê rakirin, dê gelê herêmê û gelê cîhanê zirareke mezin bibîne. Divê hemû hezên demokratîk xwedî li Rojava derkevin."







