TJA çû maça Amed Sporê
- 13:21 20 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - TJA di çarçoveya kmpanyaya xwe ku daye destpêkirin de tevli maça Tîma Jinan a Amed Sporê ya destpêka serdema nû bû.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya xwe ya 6 mehan a bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" de tevli maça Tîma Jinan a Amed Sporê ku di lîga yekemîn de dilîze ya destpêka serdema nû bû. Maça ku wê di nabera Amed Spor û ALG Sporê de bê lîstin li gel aktîvîstên TJA'yê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) saziyên jinan û gelek jinên din tevli bûn. Di maça ku hat kirin de dowîzên bi dirûşmên, "Em çêran nakin golan diavêjin", "Jin li hemû qadan e" hatin hilgiritn û lolîpopên bi nivîsa "Em naxwazin bimirin" hatin hilgirtin.







