Şêniyên navçeya Amûdê li dijî êrîşan meşiyan

  • 13:43 20 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê navçeya Amûdê daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin.
 
Êrîşên dewleta tirk bi hovîtiyeke mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên hov yên dewleta tirk, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya bi ser Kantona Qamişloyê ve  daketin qadan û helwesta xwe li hember êrîşên Tirkiyê bi meşekê nîşan dan. Meş ji qada şehîd Cîhad dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên şehîdan veguherî mîtîngê.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Meclisa Tenfîzî ya Kongreya Star Asya Abdullah axivî û wiha got: "Dewleta tirk bi êrîşên xwe li ser herêmên me armanca xwe aşkera kir. Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze xwe bighîne girtîgehên DAIŞ'ê û wan ji nû de bike tevgerê. Pilanên Erdogan û Emerîka wekî hev in, li ser vê axê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Dewleta tirka hîn pîvanên agirbestê bi kar neanîne, ev dide diyarkirin ku îlankirina agirbestê hênceteke nû ye ji bo derbaskirina çeteyan e. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku hêza xwe bikin yek û li hember dagirkeriya Tirkiyê bisekinin. Ev erdnîgarî ya gelên li ser dijîn e.
 
Meş bi dirûşmên "Berxwedan jiyane" hat bi dawî bû.