MSD: Tirkiye agirbestê binpê dike û sûcê şer dike

  • 16:11 20 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - MSD’ê bi rêya civîneke çapemeniyê sûc û binpêkirinên ku artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê dikin, bi wêne û belge dane pêşandan û bang li şandeyên pispor kir ku sûcên hatine belgekirin, lêpirsîn bike.
 
Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) civîneke çapemeniyê li Parka Xwendinê ya Çandê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya gelek dezgehên çapemiya herêmî û erebî li dar xist. Hevseroka MSD’ê Emîne Umer daxuyanî xwend û sûc û binpêkirinên ku dewketa tirk û komên girêdayî wê kirine aşkera kirin.
 
Nûnerên partiyên siyasî yên di bin banê MSD’ê de tevlî civînê bûn û wêneyên Hevrîn Xelef a Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ku di encama êrîşeke hovane de jiyana xwe ji dest da, wêneyên qurbaniyên bombebarana balafirên Artêşa tirk a dagirker û birîndarên bi çekên qedexekirî, hildan.
 
Dauxyaniya MSD’ê wiha ye:
 
"Di 17’ê vê Cotmehê de ji aliyê DYA’yê ve ku navbeynkarî di navbera artêşa Tirk û QSD’ê kiriye, agirbest hat ragihandin. Pêkanîna ragihandina agirbestê ji saeta 22:00 dest pê kir û bi dema 120 saetan e. Tevî ragihandina QSD’ê ya pêkanîna agirbestê û sekinandina şer li eniyên Serêkaniyê û Girê Spî, lê dewleta tir neskinî û bajarê Serêkaniyê hê jî dorpêçkirî ma. Her wiha dewleta tirk nehişt birîndarên li nexweşxaneyê jî bên derxistin û heta niha jî nihişt kesek jî ji bajêr derkeve.
 
Raporên tenduristiyê îşaret pê dikin ku hin rewşên şewatê hene ku ne nas in, divê ji aliyê navneteweryî ve bi rêya  pisporan  çekên qedexekirî yên hatine bikaranîn  bên lêpirsînkirin. Balafir û topavêjên Tirkiyê bê ser û ber gund, bajarok û bajar hedef girtin. Bi wê re jî karaseteke mirovî pêk hat. Heta niha nêzî 300 hezar sivîl ji gund, bajarok û bajarên xwe bi sedema wan êrîşên bê ser û ber koçber bûne û di rewşên pir dijwar re derbas dibin. Lê rêxistinên navneteweyî piştî êrîşên dewleta Tirk tevahî karmendên xwe vekişandin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya 18.10.2019’an de belav kiriye piştrast kir ku li gel wan agahiyên bi belge hene ku tiştên Artêşa Tirk û komên girêdayî wê pêk anîne, sûcên şer in.
 
Şeva berê tîmên girêdayî Xaça Sor a Navnetweryî û Heyva Sor a Ereb bi hevkariya Heyva Sor a Kurd 37 birîndar tenê ji bajarê Serêkaniyê li gel 7 şehîdên ku jiyana xwe di encama dorpêçê de dane, derxistin. Ew jî piştî daxwaza vekirina korîdora mirovî ku bigihîjin nexweşxaneya bajêr. Lê korîdora mirovî careke din hate girtin û hê jî bi dehan sivîlên birîndar li bajêr asê mane.
 
Hin nav, wêne û belgeyên sûcên ku li ser sivîlan pêk hatine ev in:
 
* Di 10'ê Cotmehê deZaroka bi navê Sara Husên bi sedema topa topavêja ku taxa Qidûr Beg a Qamişlo hatiye hedefgirtin, lingê wê qut bû.
 
Mihemed Yûsiv Husên birayê zaroka bi navê Sara bi topa ku ji taxa Qidor Beg a Qamişlo hadef girt jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 15'ê Cotmehê de Mihemed Hemîd Umer(13)  li Serêkaniyê bi gûmana çeka qedexekirî birîndar bû.
 
Di 16'ê Cotmehê de Gundê Zirganê yê Serêkaniyê hate bombebarankirin. zarokek li Serêkaniyê bi çekeke ku tê payîn qedexekirî, şewitî.
 
Di 18'ê Cotmeh êde Gundê Mişrafê yê Serêkaniyê hat bombebarankirin û cenaze ji bin kavilan hatin rakirin.
 
Em spasiya raya giştî ya cîhanê û civaka naventeweryî dikin û her kesê li dijî vê dijminatiyê sekiniye, dikin. Her wiha jî bang li civaka navneteweyî dikin û rêxistinên mirovî dikin û dibêjin bila bi erka xwe rabin. 
 
Em berxwedana lehengên di eniyên şer de ku li hember dagirkeriyê li ber xwe didin silav dikin."