HDP'ê di nav mertalên polîsande de xwest dengê xwe bigihîne gel

  • 16:35 20 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Polîs destûr neda ku HDP daxuyaniya derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bide. Ji parlamenterên ku hatin dorpêçkirin Salîha Aydenîz bertek nîşanî polîsan da û wiha got: "Hemû raya giştî komkujiyên we dinivîse. Heta hûn dikarin mertalên xwe rakin. Li Rojava zarok tên qetilkirin. Heta dawî em ê li cem gelê xwe yê Rojava bin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê xwest li ber AZC plazaya li Yenîşehirê derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyê bide, lê polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dawîn û asteng kirin û rêyên ku derketin ber AZC'yê hatin dorpêçkirin.  
 
Rojnameger hatin derpkirin
 
Polîsên  ku destûr nedan rojnameger xwe bigihînin girseyê, nehiştin ku rojnameger dîmen jî bikişînin û li wan dan. 
 
'Komkujiyên we hemû raya giştî ya cîahnê dinviîse'
 
Parlamenterên DHP'ê ku demek dirêj ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkriin bertek nîşanî dorpêçê dan. Ji parlamenteran Salîha Aydenîz wiha got: "Hemû raya giştî komkujiyên we dinivîse. Heta hûn dikarin mertalên xwe rakin. Li Rojava zarok tên qetilkirin, çekên qedexe tên bikaranîn û sûcê şer tê kirin.  Heta dawî em ê li cem gelê xwe yê Rojava bin."
 
Parlamenter piştî ku demekê li qadê man çalakiya xwe bi dawî kirin.