Birîndaran ji Serêkaniyê ber bi Hesekê ve dibin

  • 18:07 20 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Ambulansên Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor birîndarên ku ji Nexweşxaneya Serêkaniyê derxistin niha ber bi Hesekê ve dibin. 
 
Îro bi sedan kesî ji  Herêma Cizîrê berê xwe dabûn navçeya  Til Temirê ji bo ku birîndarên Berxwedana Rûmetê pêşwazî bikin û li Çarxereya Şehîd Qendîl kom bûn.  Ambulansên Heyva Sor a Kurd û xaça Sor jî berê xwe dan kelha Berxwedanê Serêkaniyê ku birîndaran rizgar bikin. Lê hat ragihandin ku ambûlansan tenê  hejmarek derxistine, hejmara hatiye derxistin jî nehatiye zelalkirin ku çiqasin û çendên wan di hundir de mane. 
 
Welatiyên ku ji bo birîndarên xwe pêşwazî bikin çûn naçeya Tiltemirê bi dirûşman birîndarên xwe pêşwazî kirin. Birîndarên ku ji Serêkaniyê hatin derxistin niha ber bi Hesekê ve dibin.