Rêvberiya Xweser alîkariyê li koçberan belav dike
- 18:38 20 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Rêvberiya Xweser alîkarî li koçberên Serêkaniyê û Zirganê belav kir. Rêveberiyê di çarçoveya vê alîkariyê de nivîn belav kirin.
Artêşa Tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di êrîşê de bi hezaran kes koçber, birîndar bûn û gelek kesî jî jiyana xwe ji dest da. Kesên ku koçber bûn xwe li navçeya Til Temirê girtin. Rêveberiya xweser ku piştgirî da koçberan di serî de ji bo li wan bimînin dibistan vekirin û piştre jî alîkarî li wan belav kir. Rêveberiyê di çarçoveya vê alîkariya xwe de nivîn li koçberan belav kirin.
Banga alîkariyê hat kirin
Terfa Fewaz ku di komîteya belavkirina alîkariyê de dixebite got: "îro me dest bi belavkirina nivînan kir û di vê çarçoveyê de me sifinc û betanî li koçberan belav kirin. Lê hêza me ku em li hemû dibistanan nivînan belav bikin tune bû. Ji ber wê me îro tenê alîkarî da dibistana Sêf Dewle ku nêzî 60 malbat têde bi cih bûne."
Terfayê banga alîkariyê ji kir û ev tişt got: "Em ber bi zivistanê ve diçin, pêdiviyên koçberan gelek zêde ne û em pê re nagihên. Em bang li tevahî rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya koçberan bikin. Em jî heta ku bikaribin em ê alîkariya wan bikin."







