Êrîşên li ser Rojava li Londonê hatin şermezarkirin
- 21:28 20 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezanan kesî li Londonê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke girseyî şermezar kirin. Di çalakiyê de payama ‘Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, faşîzmê têk bibin.” hat dayîn
Bi pêşengtiya Meclîsa Gel, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Bocott Tirkiye bi hezaran kes li pêşiya avahiya BBC'ê ya Londonê hatin gel hev û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Malbatên Costa Scarfîeld, Anna Campbelle û Jack Holmes û dîsa komên tevgerên komunîst ên Ingilîz, enternasyonalîst, sosyalîst û dijî şer cihê xwe di çalakiyê de girtin.
Girseya gel a kom bûbû, ber bi parlementoyê ve dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên, "Em Rojava ne, Rojava em in" hatin berzkirin. Di mîtîna li pêşiya parlementoyê hate kirin de axaftin hatin kirin.
Ji Tevgera Komunîst Pamela Holmes got: “Em weke gel li gel Rojava û YPG’ê ne. Sekna li dijî dagirkeriyê, erkekeke mirovî û şoreşgerî ye.”
'Êrîş li dijî şoreşa jinê ne'
Parlementera Parlementoya Ewropa û dosta nêz a Kurda Jûlîa Ward jî axivî û diyar kir ku şervanên Kurd ên li Rojava sûdeke pir mezin dane rûmeta mirovahiyê û got: “Jinên kurd li Rojhilata Navîn şoreş kirin. Ev êrîş êrîşa li ser Şoreşa Jinê ye. Em bi hemû hêza xwe li dijî vê dagirkeriyê ne.
Dayika şervanê YPG’ê Costa Scarfîeld Vasîk Scarfîeld, bavê şervana YPG’ê Anna Campbelle Dîrk Campblle, dosta kurda Margaret Oven û rojnamevan Steve Sweeney û Mark Campbelle jî axivîn.







