ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2019'AN
- 09:00 21 Cotmeh 2019
- Rojev
*Zerga Açar a 60 salî ku di 2017’an de li Nisêbînê hat binçavkirin û piştre jî ji ber du şahid û bi rengên ‘kesk, sor û zer’ wêneyên wê hene, hat girtin û ji doza dihat darizandin, cezayê muebeta giran û 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
* Jinên Efrînê yên ku li gundê Babinês a Şehbayê bi cih bûne êrîşa dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi hêz û berxwedaniya xwe dagirkeriyê hilweşînin û faşizimê têk bibin." DÎMEN HEYE
*Endama Navenda Lêkolîna Siyasî û Civakî Yuksel Genç, di axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Tirkiyeyê demek dirêjê krîza aborî heye. Her wiha şer jî gelek aliyan ve krîza aborî kûr dike. Aboriya welat ber bi xetereyeke mezin ve diçe ku carekî din vegera wê tune be." BI DÎMEN
*Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Emîna Omer, êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Jin di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de têkoşîneke bê hempa li hember terorê dan meşandin û ji bo azadiya civaka xwe pêşeng û bê tirs bûn. Jinên şoreşê li hember terorê, civaka azad avakirin. Teror ji çirûska azadiyê ditirse." DÎMEN HEYE
*Jinên Kobanê yên ku alîkarî û moralê didin zarokên xwe yên li eniyên şer û xwerinê ji şervanên xwe re amede dikin wiha gotin: "Em li pişta zarokên xwe ne." BI DÎMEN
*Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn da zanîn ku şîdeta li ser jinan ji şîdeta dewletê serbixwetir nîne û îdiayên ku wê bi Duyemîn Pakêta Darazê efûya gumanbarên îstîsmarê ji nû ve tê rojevê nirxand û wiha got: “Dibêjin der barê ku vê sererastkirinê pêk bînin de agahiyan digirin. Lê ez ji vê bawer nakim. Ji ber ku tevgerek xurt a jinan heye. Em ê heta dawî li dijî vê bin.” BI DÎMEN
*Hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Jinan der barê rewşê de bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Ji dengê me, ji bîhna ku em digirin û didin aciz dibin. Berê jî qeyûm hatibû, gelo tiştek guherî? Na. Rojek din hilbijartin hebe dîsa wê neguhere.” BI DÎMEN
*Akademîsyen Arzu Yilmaz diyar kir ku civaka navneteweyî êdî ‘Ne Kurdan ji bo Tirkiyeyê, Tirkiyeyê ji bo kurdan wek tehdîd dibîne’ û wiha got: “DYA ku di asta dihat gotin ‘şer qedya’ bi destê Tirkiyeyê riya şerekî nû ve kir. Di vê tabloyê de jî tê dîtin ku Tirkiye li herêmê bê îstîkrariyê didomîne.”
*Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce da zanîn ku hikûmet hewl dide krîzên tên jiyîn bi zext û şîdetê veşêre û wiha got: “Qeyûm mînakên herî şênber yên dijhiqûqiyê ne. Em ê teslîmî van pêkanînên ku hemû mafên mirovan û hiqûqa gerdunî binpê dikin, nebin.”
*Jina bi navê Nadîra Kadîrova li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Parêzerê Nadîrayê, Bîrol Ozturk wiha got: “Hinek tespîtên me hene. Di rojên pêş de em ê bidin dozgeriyê.” BI DÎMEN







