Dayikên Kobanê xwarinê ji şervanan re amede dikin

  • 09:11 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên Kobanê yên ku alîkarî û moralê didin zarokên xwe yên li eniyên şer û  xwerinê ji şervanên xwe re amede dikin wiha gotin: "Em li pişta zarokên xwe ne."
 
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Suriyê kir û êrîşên xwe berdewam dike. Di encama van êrîşên hov de bi sedan kes ji cih û warê xwe bûn. Lê li gel şert û mecên giran ku gel tê re derbas dibe jî dayikên Kobanê têkoşîna xwe li pişt şervanên xwe berdewam dikin û xwerinê ji zarokên xwe re amede dikin. Dayikên ku dest ji têkoşînê bernadin û ji zarokên xwe yên li eniyên şer xwarinê amade dikin ji ajansa me re axivîn. 
 
'Çi bikev ser milên me em amade ne pêk bînin'
 
Neyma Qadir ya ku ji şervanan re xwarinê amade dike bal kişand ser pêkanînên dijmirovî yên dewleta tirk û wiha got: "Em hemû jinên taxa Şehîd Xebat li hev civiyane û xwerinê ji şervanên xwe re çêdikin.  Em ê alîkariya zarokên xwe bikin hata ku ev êrîş bên seknandin û em ê li hemberî van êrîşan bisekinin û pilanên Erdogan û komên girêdayî wî vala derxin.   Destpêkê me li malên xwe xwerin çêdikir, lê  niha em li komîna Şehîd Xebat xwerinên giran çêdikin. Îro em birinc û tirşikê çêdikin. Rihê me û zarokên me yeke."
 
'Em bi rihekî komînal bi hev re dixebitin' 
 
Eyşa Ehmed jî a ku xwarinê çêdike axivî ev tişt got: "Em dayik jî îro li hev civiyane û ji zarokên xwe yên li eniyên şer re xwerinan çêdikin. Em dev ji Kobanê ber nadin, dema şerê di navbera YPJ/YPG'ê û çeteyên DAIŞ´ê de çêbû dîsa me xwerin ji şervanên xwe re çêdikir. Di hemleya Minbic, bendava Rojava û Sirînê de jî em gav bi gav li pişt şervanên xwe bûn.  Banga  min ji kesên aşîtîxwaz re heye ku alîkariya gelê me yê Serêkaniyê bikin ji bo ku birîndar ji dorpêçê bên derxistin û wan bigihînin nexweşxaneyan."
 
'Em li ser şopa serokê xwe ne'
 
Herî dawî Edol Silêman jî da zanîn ku êrîşên dewleta tirk êrîşên hovane ne û wiha got: "Îro dayikên Kobanê piştgiriyê didin zarokên xwe. Çi bibe bila bibe lê em dev ji vê axê bernadin. Hemû dewletên navneteweyî li dijî Gelê Kurd şer dikin, lê kurd wê bi hêz û îradeya xwe Erdogan têk bibin. Ez dibêjim  bijî berxwedana rûmetê û serkeftin ya me ye."