Eren Keskîn: Tevgerek jinan a xurt heye
- 09:14 21 Cotmeh 2019
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn da zanîn ku şîdeta li ser jinan ji şîdeta dewletê serbixwetir nîne û îdiayên ku wê bi Duyemîn Pakêta Darazê efûya gumanbarên îstîsmarê ji nû ve tê rojevê nirxand û wiha got: “Dibêjin der barê ku vê sererastkirinê pêk bînin de agahiyan digirin. Lê ez ji vê bawer nakim. Ji ber ku tevgerek xurt a jinan heye. Em ê heta dawî li dijî vê bin.”
Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin û di çarçoveya vê de gelek sivîl hatin qetilkirin û di 17’ê cotmehê de peymana agirbestê hat îlankirin lê piştî vê jî êrîşan berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ev şîdeta ku jin û zarok jî hedef digirt nirxand. Erengê da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîdet û şovenîzm kiriye ji rêzê û got şîdeta li ser jinan, ji şîdeta dewletê cuda nikare bê destgirtin.
‘Bi polîtîkayên dewletê nîjaderestî kiriye ji rêzê’
Erenê daxuyakirin ku di encama polîtîkayên şîdetê yên dewletê de nîjaderestî bûye ji rêzê û wiha pê de çû: “Zîhniyeta ku qirkirina 1915’an pêk aniye, mirovên li gorî vê afirandine heye. Ev rastgir, çepgir, lîberal ferq nake. Xwe wisa xwedî maf dibînin ku bi taybet di vê lihevkirina ku AKP’ê bi dewleta kûr çûyê û piştî tifaqa bi AKP’ê re kir şûnde ev bingeh zêdetir êrîşkar bûye. Êrîşa li hember min jî wisa ye. Mêrekî 74 salî ji ber bi hevjîna xwe re kurdî axivî rastî êrîşê hat. Şîrîn Tosun ji ber kurdî axivî hat lînçkirin. Ev pergal ji bingeha nîjaderest û şoven cuda nikare bê destgirtin. Ev pergal ji mirovan re dibêje ‘tu dikarî vê bikî.’Ev kes dizane ku bike jî ceza nagire. Em jî dest ji têkoşîna li dijî vê bernadin.”
‘Divê şîdeta li dijî jinê bi şîdeta fermî re bê xwendin’
Erenê destnîşan kir ku divê şîdeta li ser jinê ligel şîdeta fermî bê xwendin û ev tişt anî ziman: “Mînak di salên 90’î de dema em li dijî şîdeta dewletê derdiketin, dewletê digot ‘me nekiriye’. Niha jî aşkera dibêje ‘me kir, em dikin û em ê bikin’. Îstîqbaratên cendermeyan di rûpelên xwe de sûcên şer diweşînin û kes dozê li vê venake. Di vê hawira ku evqas şîdet tê rewakirin de, mexdurên ewil yên şîdetê dîsa jin û zarok in.”
‘Tevgerek xurt a jinan heye’
Erenê bi lêv kir ku Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî yên îmzekirine, nikare sererastkirinen qanûnî bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak Peymana Stenbolê gelek mafên jinan û transan dike bin ewlehiyê. Tirkiyeyê gelek peyman ewil îmze kirine lê yên pêk tînin tune ne. Dibêjin wê sererastkitinan bikin lê ez ji vê bawer nakim. Ji ber ku tevgerek xurt a jinan heye. Em ê heta dawî li dijî vê têbikoşin. Pakêta daraza nû, tu wateya wê tune ye.”
‘Heta bi qirkirinê re neyên rû hev demokratîkbûn jî ne pêkane’
Erenê di berdewamiyê de balkişand ser guherîna di pakêta darazê de ya wekê ‘nûçeyên bi qestiya nûçeyan tên çêkirin û rexne wê ne di çarçoveya sûc de bin’ û wiha got: “Ji ber doza rojanemaya Ozgur Gundemê 17 sal û 2 meh cezayê girtîgehê û 450 hezar lîra cezayê pere li min birîne. Ozgur Gundem rojnameyeke û qesta wê ya nûçeyan çêbike heye. Vê di guherînê de tînin ziman lê pêk naynin. Di qanûna têkoşîna bi terorê re gelek guherîn kirin lê ev tu wateya wê tune. Dibêjin ku di azadiya fikr û ramanê de berfirehiyê tînin. Lê yên dibêjin ‘ez li dijî şer im’ digirin. Tirkiye heta bi qirkirinên 1915’an û ya Dêrsîmê re neyê rû hev demokratîkbûna wê ne pêkane.”
Erenê di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku yên têkoşîna maf didin divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên îmzekirine tevbigere û got armanca wan ev e ku hiqûqa navneteweyî bê cih.







