Berteka Nisêbiniyan a li dijî qeyûm: Ji her tiştê me aciz dibin
- 09:17 21 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Jinan der barê rewşê de bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Ji dengê me, ji bîhna ku em digirin û didin aciz dibin. Berê jî qeyûm hatibû, gelo tiştek guherî? Na. Rojek din hilbijartin hebe dîsa wê neguhere.”
Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut di 17’ê cotmehê de ji aliyê dadgehê ve bi hinceta îfadeyên ‘şahidên veşarî’ û ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Piştî hevşaredar hatin girtin, wezareta karê hundir, qeymeqamê navçeyê Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayîn kir.
Hevşaredarên Nisêbînê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji sedî 77.4 deng girtin û hatin hilbijartin. Jinên Nisêbînê bertek nîşanî girtina hevşaredaran û tayînkirin qeyûm dan.
‘Bila vî şerê qirêj rawestînin’
Perîhan Aktug da zanîn ku hevşaredar bi îradeya gel hatine hilbijartin û wiha got: “Qeyûman tayînê bajarê kurdan dikin. Çi mafê wan heye. Hevşaredar ligel kurdên li bajar, îradeya Tirkan e. Em qeyûman naxwazin. Çima vê zilmê dikin. Divê hevşaredar demildest bên berdan. Bi darê zorê tên şaredariyên me digirin. Li ser îradeya me wisa rudinin. Berê digotin ‘we xendek çêkirine, hun terorîstin’. Hevşaredara me ya berê Sara Kaya hîna girtiye. Gelo niha çi heye? Tu tiştek tune ye. Xaniyên mirovan çû, canê wan çû. Niha dîsa îradeya wan digirin. Dest ji vê zilmê berdin. Divê her kes li dijî vê zilmê bisekine. Em bi hev re deng derxin. Êdî bes e. Bila ev şerê qirêj raweste.”
‘Soylu bi xwe re qeyûm anî’
Meryem Koç jî bertek nîşan da û got demek beriya ku qeyûm bê tayînkirin, wezîrê karên hundir Suleyman Soylu bajar ziyaret kiriye û got: “Soylu bixwe re qeyûm jî anî. Em qeyûm naxwazin. Bi zor hatin li ser kursiyê runiştin. Em qeyûman naxwazin. Tên faşîstan, xayînan dixin şaredariyan. Gelo vana çi me dixwazin. Tu mafê wan tune vê bi me bikin.”
‘Ji her tiştê me nerehet dibin’
Meryem Enîşte jî destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman, mirov şûnde gavê navêjin, hilbijartin niha jî çêbe encam naguhere û wiha dawî lê anî: “Qeyûm berê jî hat, çi guherî. Em serî li dijî qeyûman natewînin. Tiştên dikin têr nake, vê carê qeyûman dişînin. Ji bo zêdetir mirov bi hêsanî bimrin qeyûm tayînkirin. Em êdî bêzer bûn. Ji her tiştê me ji bîhn girtina me aciz dibin. Berê jî qeyûm hat gelo tiştek guherî? Na. Îro hilbijartin pêk bê dîsa wê neguhere.”







