‘Rola ji bo Tirkiyeyê hatiye dayîn, berdewamkirina bê îstîkrariyê ye’
- 09:20 21 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Akademîsyen Arzu Yilmaz diyar kir ku civaka navneteweyî êdî ‘Ne Kurdan ji bo Tirkiyeyê, Tirkiyeyê ji bo kurdan wek tehdîd dibîne’ û wiha got: “DYA ku di asta dihat gotin ‘şer qedya’ bi destê Tirkiyeyê riya şerekî nû ve kir. Di vê tabloyê de jî tê dîtin ku Tirkiye li herêmê bê îstîkrariyê didomîne.”
Pispora Rojhilata Navîn û ji Zanîngeha Hamburgê akademîsyen Arzu Yilmaz geşedanên dawî nirxand. Arzuyê da zanîn ku bi agirbestê, di krîza awarte ya di têkiliya Tirk û Amerîkayê de teqyayî de, alarm hatiye dayîn û wiha got: “Her du welatan jî qûtbûna têkiliyê qebûl nekirine. Ji roja şerê navxweyî yê Sûriyeyê derketiye pozîsyona Tirkiyeyê ya ku têkiliyên mutefikiyê dike krîzê, hatiye misogerkirin. Donald Trump di êrîşên dawî yên Tirkiyeyê de got ‘em nebûn asteng lê em nabin destek jî’. Ev nêzîkatî jî angajmaneke xurt û cuda nîşan dide. Xuyaye ku bi vê angajmanê, ger DYA piştgiriya ji bo YPG’ê bikşîne wê Tirkiye jî ji bo vê îhaleya têkoşîn bi DAIŞ’ê re bide.”
‘Armanca DYA'yê bi cih nehat’
Arzuyê balkişand ser daxuyaniya fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî yê wekê ‘Agirbest li qadên navbera Girê Spî û Serêkaniyê ne derbasdare’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hat fêmkirin ku destur nehat dayîn ku Tirkiye derkeve derveyê plana tevgera hevpar a ku DYA’yê jê re digot ‘mekanîzma ewlehiyê’ û Tirkiyeyê bi israr bi navê ‘herêma ewlehiyê’ bi nav dikir. Fermandarên Hêzên Navendî yê DYA (CENTCOM) û Fermandariya Ewropa (EUROCOM) çend hefte berê, agahiyên der barê tevgera hevpar vegotibûn. Lê hedefa DYA’yê ya ku di navbera Tirkiye û QSD’ê de hevsengiyekê ava bike bi cih nehat û ji ber vê jî li alî Tirkiyeyê cih girt. Tişta Mazlum Ebdî dibêje raste, lê ya cuda ev e ku li qadên ku QSD heye êdî ewlehiya DYA’yê tune ye.”
Arzuyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku DYA’yê bi vê perymanê re, ji pêşîgirtina dagirkirinê wêdetir, dagirkirina Tirkiyeyê rewa kiriye û got: “Pêşketina bûyeran Tirkiye û rejîma Sûriyeyê anî hember hev. Bi mudaxaleya Rûsyayê re, vekişîn dikare li Tirkiyeyê bê ferzkirin. DYA ku di asta dihat gotin ‘şer qedya’ bi destê Tirkiyeyê riya şerekî nû ve kir. Di vê tabloyê de jî tê dîtin ku Tirkiye li herêmê bê îstîkrariyê didomîne.”
‘Tirkiye di alî cîhanê de wek dijminê kurdan tê dîtin’
Arzuyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dagirkirina Tirkiyeyê di rewşa niha de di bin ewlehiya DYA Û NATO’yê de ye û wiha pê de çû: “Piştî xeta Efrîn û Kobanê, xeta navbera kantonên Kobanê û Cizîrê jî ket destê Tirkiyeyê. Ligel van destkeftiyan, beriya her tiştî Tirkiye ji aliyê cîhanê ve wek dijminê kurdan tê dîtin.”
‘Divê êdî pêngavên saxlem bên avêtin’
Arzuyê balkişand ser nîqaşên der barê yektiiya neteweyî ya kurdan û got: “Aktorên siyasî yên kurd derfetên girîng yên di vê mijarê de wêran kirin. Di pêvajoyeke ku stratejiya siyasî û leşkerî ya yekitiya neteweya kurd ferz bû de, tune kirin. Ji ber vê jî beriya her tiştî divê, pêngavên ji lezbûnê wêdetir, yên xurt bên avêtin.”







