'Em ê bi berxwedanê siberoja xwe diyar bikin'
- 09:58 21 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Jinên Herêma Cizîrê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin:"Em kurd in û serî li ber kesî danînin. Berxwedana me siberoja me diyar dike."
Dewleta tirk ji 9’ê Cotmehê heta niha êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji nava herêmên herî zêde êrîş ser giran bûne yek jê jî Herêma Serêkaniyê navenda bajarê wê bi xwe ye. Li gel hemû cure êrîşên hewayî û bejayî welatiyên herêmê bi pêşengiya YPJ û QSD’ê berxwedanek mezin nîşan dan. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 22 zarok jî di navê de şehîd û birîndarên sivîl gelek çêbûne. Di dema ku karwan çûn ji bo sîvîlan bi êrîşên hewayî rû bi rû man. Gelê Herêma Cizîrê berê xwe dabûn navçeya Til Temirê da ku birîndarên kelha berxwedanê Serêkaniyê pêşwazî bikin. Jinên di nava karwanê ber bi Til Temirê ve bi rê ketibûn êrîşên dewleta tirk nirxandin.
'Polîtîkayên Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn dagirkirina xak û qirkirina gelan e'
Diljîn Mihemed Hisên a ji bajarê Qamişlo ye da zanîn ku dewleta tirk êrîşî mal û canê wan dike û wiha domand: "Erdogan Emîrê DAÎŞ’ê ye û DAÎŞ neviyê wî ne. Polîtîkaya ku îro dewleta tirk dide meşandin, polîtîkaya qirkirina gelan e, taybet gelê Kurd hedef digire. Gelê Rojhilata Navîn bi giştî ji polîtîkayên dewleta tirk aciz in. Çimkî zarok û jinan qetil dike, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dikin û demografiya wê didin guhertin. Dewleta tirk zarokên Rojava qetil dike. Cîhan li dijî tecawizkaran xwe bêdeng dike. Ev çi demokrasiye gelo?"
'QSD hêza me ye, Rêveberiya Xweser hebûn û nasnameya me ye'
Diljînê wiha dewam kir:"Bila Erdogan baş bizane em ê li hember êrîşên dagirkeriyê bi vîna xwe bisekinin. Heta serxwebûnê em ê li ser piya bin. Weke gelê ereb, kurd û suryan jî em ê azad bijîn û bigihîjin tîrêjên azadiyê. Di destpêkê de xwestin dîroka me bidizin, niha jî dixwazin xaka me dagir bikin. Ev çi dewlet e ku li gorî qanûnên navneteweyî nameşe? Ango ew dewlet jî pê re alîkar in. Sîstema Rêveberiya Xweser sîstema me ye, hebûn û nasnameya me ye. Zarokên me di nava QSD’ê de ne. Ev hêza me ne û temsîla me dikin. Ev hêz her sibeh agirê Kawayê Hesinkar li ser çiyayên Kurdistanê gur dikin da ku gelê Kurd li tevahî cîhanê ji zilma dagirkeran û neyaran xilas bibin. Dema ku jinên me şehîd dibe, em wan bi dirûşma berxwedan jiyan e û tilîliyan pêşwazî dikin."
'Em ê bi îradeya xwe qedera xwe wekî Kurd xêz bikin'
Xurma Elî ya ji navçeya Tirbespiyê ye jî wiha dibêje:"Erdogan bi balafirên xwe zarok û jinên Rojava qetil kirin. Wan dijminê mirovahiyê kezeb û dilê dayikan şewitandin, zarok sêwî hiştin. Me êrîşî tu kesî nekiriye. Erdogan çima êrîşî me dike? Çima hemû cîhanê çavên xwe girtine. Saziyên ku behsa mafê mirovan dikin îro zarok û jin tên qetilkirin hûn li ku derê ne? Kanî wîjdan û exlaqê we. Em ê qedera xwe bi xwe binivîsin. Em Kurd in serî ji tu kesî re natewînin û em ê siberoja xwe bi berxwedana lehengên xwe binivîsin. Wê demê em ê ji cîhanê re bêjin em in gelê Kurd ê ku tu carî serî ji dijmin re netewandiye."







