Hanim Yavuzer a li Rihayê hatibû binçavkirin, hat girtin
- 11:17 21 Cotmeh 2019
- Rojane
RIHA - Heveroka Şaxa Egitim Senê ya Rihayê Leyla Mumin û dayika Mehmet Yavuzer ê di jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû, Leyla Munin di encama serdegirtina malan de li Rihayê hatibûn binçavkirin.
Polisan, roja 9'ê Cotmehê ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû, bi ser gelek malan de girtibûn û bi hinceta "endamê rêxistinê" ne 54 kesan binçav kiribûn. Her pêncî û çar kes jî duh derxistibûn edliyeyê. Bi angaşta ku "delegeyên KCD'ê" ne 28 kesan û bi angaşta ku "xebatên birêvebirina Meclisa Ciwanan" jî 26 kesan îfade da dozgeriyê. Ji ciwanan 22 kes hatin berdan û hemû kesên ku bi angaşta delegebûna KCD'ê hatibûn binçavkirin jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di saetên derengiya şevê de dadgehê biryara xwe aşkera kir û Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla Mûmîn, nexweşê pençeşêrê Mahmût Korkmazer û dayika Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yavûzer ku li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû Hamim Yavûzer jî di nav de biryara girtina 26 kesên ku bi angaşta delebûna KCD'ê hatibûn binçavkirin û 4 ciwanan da.







