Çalakiya Konê Rûmetê yê Şengalê didome

  • 11:46 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya Konê Rûmetê ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kudistanê ya li bajaroka Sinunê ya girêdayî Şengalê di roja çaremîn de didome. Bi pêşengtiya meclisên gundên Şengalê bi yek rihî diyar dikin ku ew bi hemû derfetên xwe bi gelê xwe yê Rojava re ne.
 
Îro jî bi pêşangtiya Meclîsa Gundê Xanesorê û Daholayê gel bi derfetên xwe li bin Konê Rumatê alîkariya aborî û manewî bi gelê Rojava re kirin. Jinên ku di bin Konê Rûmetê de amade bûn destnîşan kirin ku ew ê heta dawî bi gelê xwere bin. Jina bi navê Marîn Silêman nêrînên xwe ji bo piştgiriya Gelê Rojava yê Kurdistanê anî ser ziman û got: “ Em îro bi hemû derfetên xwe li bin konê rûmetê piştgiriya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikin. Em vê dagirkerî û hoviya dewlata tirk şermezar dikin û bang li hemû mirovatî dikin ku xwedî li Rojava yê Kurdistanê  derkevin. Rojava rûmeta me ye. Em weke gelê Şengalê bi hemû derfetên xwe bi gelê xwe yê Rojava re ne. Di dawiyê de ez bang li tevahî gelan dikim ku Rojava ye Kurdistanê bi tenê nehêlin piştgirî bidin Berxwedana Rojava.”
 
Filus Saydo jî bo piştgiriya xwe ya ji gelê Rojava re anî ser ziman û diyar kir ku Şengal û Rojava yek in û wiha got: “Em weke Şengalî li bin konê rûmetê bi hemû imkanên xwe yên aborî û manewî bi gelê xwe yê Rojava re ne. Pêwîst e îro her kesê xwedî wijdan rabe ser piyan û xwedî li Rojava derkevin. Îro li Rojavayê Kurdistanê wijdanê mirovatî tê binpêkirin. Ev hovîtiya Erdogan em bi tundî şermezar dikin. Di dawiyê de ez dibêjim ku pêwîst e her kes ji bo Rojava bi derfatên xwe xwedî li Rojava derkeve. Ez serkaftinê ji berxwedana gelê me yê Rojava ye Kurdistanê re dixwazim.”