Birîndarên berxwedana rûmetê: Dê dîrok berxwedana me binivîse
- 11:47 21 Cotmeh 2019
- Rojane
Nûdem Têkoşer
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku bûne şahidên berxwedana rûmetê û di encama êrîşên dewleta tirk de birîndar bûne gotin: "Heta dawiyê me li ber xwe da û dev ji warê xwe berneda. Dê dîrok dijminên mirovahiyê û dagirkeriya tirkiyeyê efû neke û berxwedana me bi şervanên xwe re nîşan daye jî ji bîr neke."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 9'ê Cotmehê ve dest pê kiriye. Bi despêkirina êrîşan re bajarê Serêkaniyê bû hedef û di topbarana dewleta tirk de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan birîndar bûn. Şêniyên birîndar ên ku gihaştine Nexweşxaniya Qamişloyê qala şerê herêmê û êrîşên ku di hindirê bajêr de ji aliyê dewleta tirk ve dihat kirin, dikin.
'Dewleta tirk ji vîn û israra jinan ditirse'
Jina bi navê Hêvî Mihemed a ku ji çavê xwe di encamê topbarana dewleta tirk de birîndar bûye dibêjê: "Di roja sêyemîn de ez li bajarê Serêkaniyê birîndar bûm. Di destpêka ku çeteyên dagirker ên tirkiyeyê derbasî herêma me bûn, me biryar da ku em li ser axa xwe bimînin û bi şervanan re li ber xwe bidin. Di nava şerê qirkirinê de gelek sivîlên mîna me bûn qurbaniyên hovîtiya dagirkeriya tirkiyeyê. Moralê me xurt bû, vîna me zindî bû, em ji çeteyên tirkiyeyê neditirsiyan. Ji bo wê jî jin bi alavên teknîka xwe ya giran hedef girtin. Dewleta tirk ji vîn û israra jinan û hezkirina wê ji axê re ditirsiyan. Ew ked û berxwedana me bi zarokên xwe re li Serêkaniyê nîşan dayî divê di qada navneteweyî de bê zanîn û her kes lê xwedî derkeve. "
'Baweriya me bi têkoşîna şervanan mezin bû'
Mizgîn Emîn a ji situyê xwe birîndar bûye jî li ser qehremaniya şervanan di nava şerê hebûnê de nîşan dayî ev nirxandin kir: "Jixwe her roj Erdogan derdiket tv yan û em tehdîd dikirin. Ji ber wê me jî ji bo parastina ax û rûmeta xwe li gorî derfetên xwe amadekarî kiribû. Dema çeteyên tirkiyê êrîşî Serêkaniyê kirin, bi wehşiyeteke mezin bi ser me de hatin. Malên me topbran kirin. Gelek mirov di bin rûxandinê de mane. Dewleta tirk qirkirina me dabû ber çavê xwe û dixwest navê kurdan ji dîrokê winda bike. Mala me bi ser me de hilweşandin. Ez birîndar bûm, lê qet hêviyên jiyanê di hundirê me de qut nebûn. Baweriya me bi şervanên me mezin bû. Wê tu carî dîrok dijminên mirovahiyê û dagirkeriya tirkiyeyê efû neke."
'Ji bo parastina mal û canê xwe min çek rakir'
Roheyv Reşîd jî yek ji jinên parastina xwe ya reva kiriye û çek hilgirtiye û parastina axa xwe kiriye wiha got : "Dema em dibêjin ku em dixwazin civaka azad ji bo tevahî gel ava bikin, helbet bedelên giran jê re divê. Wextê çeteyên tirkiyeyê êrîşî axa me kir, rûmeta min tehemûl nekir. Min çek ji bo parastina mala xwe rakir. Çeteyên tirkiyeyê heta ji destê wan hat, bi hovîtiyeke mezin dixwest me qir bikin. Em gelekî aşîtîxwaz in ne aşiqê şer in. Lê dema ji derve êrîş li ser can û malê me hebe, em ê jî çeka xwe bigirin û parastina xwe bikin. Wextê ez birîndar jî bûm, ez xemgîn nebûm moralê min bilind bû û ez kêfxweş im ku min rûmeta xwe parastiye."
'Jiyana me di nava metirsiyê de bû'
Berfîn Hesen ew jî di Serêkaniyê de di encama topbarana artêşa dewleta tirk de birîndar bûye, behsa rewşa birîndar û sivîlên ku di Serêkaniyê de asê mabûn dike û wiha dibêjê: "Em di nava şerekî dijwar de bûn. Her roj balafirên artêşa tirk êrîşî me dikir. Em demekê di malên binerdê de diman, lê pêwîstiyên jiyanê ji me qut bûn, em neçar man ji binerdê derkevin. Dema ez derketim balafiran bajar topbaran dikir û di encamê de ez birîndar bûm. Nexweşxaneya ku ez lê dimam, derfetên tendirustiyê kêm bûn. Artêşa dagirker bajar dorpêç kiribû û nehiştin ku tu kes xwe bigihîne me. Çar rojan em di jêrzemînekê de man, bê ku em roniya rojê bibînin. Rewşa me pir xerab bû, jiyana me di nava metirsiyê de bû."







