Şêniyên Tirbespiyê li dijî êrîşan daketin qadan
- 13:23 21 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Kongreya Star bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star, bi armanca xwedîderketina li berxwedana rûmetê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê herîkîn qadan û meşek girseyî li dar xistin. Meş li pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir. Di meşê de bi dirûşmên "Na ji Osmaniya nû re" û "Qatîl Erdogan" hat berzkirin. Her wiha wêneyên zarokên ku bûbûn hedefa êrîşên dewleta tirk hatibûn hildan. Meş li ber navenda Heyva Sor veguherî mîtîngê.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Himet El-Hebîb û berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Daliya Henan axîvîn. Di axaftinan de êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin û berxwedana şervanan hat silavkirin û hat teqezkirin ku ew ê gelê kurd heta dawiyê li ber xwe bidin.
Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana rûmetê bi dawî bû.







