Dewleta tirk êrîşî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê dikin

  • 13:36 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Tevî peymana agirbestê,  artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî gundên rojavayê bajarê Girê Spî û bakurê Eyn Îsayê dikin.
 
Tevî pêkanîna QSD’ê ya agirbestê, artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê di binpêkirina peymana agirbestê de berdewam in. Di vî warî de nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihand ku artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê di van kêliyan de êrîşî gundên Xirbet Bekir û Kor Hesen ên li rojavayê bajarê Girê Spî dikin. Her wiha hat ragihandin ku ji sîvîlên li wir agahî nayê girtin. 
 
Di heman demê de, komên girêdayî dewleta tirk gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsa  bombe û topbaran dikin.
 
Li hember van êrîşan, QSD’ê parastina rewa bi kar tîne û bersiva êrîşên artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê dide. Niha li wan her du herêman şer rû dide.