Şêniyên Til Temirê lehengên berxwedana rûmetê oxir kirin

  • 13:40 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKE - Îro bi sedan Malbatên Şehîdan û gelê Navçeya Til Temirê lehengên berxwedana rûmetê bi merasîmek girseyî oxir kirin.
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Kelha Berxwedanê Serêkaniyê kirin.Tevî ku agirbest hatibû îlankirin jî, lê dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û gundê Um El-Xêr ê girêdayî Zirganê kirin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn .
 
Îro bi sedan malbat û gelê Til Temirê li Goristana Şehîdên Til Temirê kom bûn û bi merasîmek girseyî yek ji Endamên Hêzên Asayiş Ehmed Mehbûb  bi merasimekê girseyî  oxir kirin. Merasîm bi desqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşî li ser navê Hêzên Asayişê Mihemed Miryî sersaxî ji malbata Şehîd Ehmed Mehbûb xwest û wiha got: "Hebûna vî gelî hemû bi ked û xwîna şehîdan e. Em ê şopdarê rêka şehîdê xwe bin û ji bo parastina gelê me, em soza berdewamkirina xeta şehîdan dubare dikin."
 
Paşê ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Ferhan wesîqa Şehîd Ehmed Mehbûb xwendin û radestî malbatê wan hate kirin.
 
Dayikan bi tilîliyan xatir ji zarokên xwe xwestin û ew oxirî xaka pîroz kirin.