Seroka parlamentoyê Rêwaz: Divê her kes tevlî kampanyaya alîkariya ji bo Rojava bibe

  • 14:14 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN  - Seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê serdana kampanyaya ‘Hawara Nîştiman’ ya ji bo komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê kir. Seroka parlamentoyê got ku divê ew hemû alîkariya penaberan bikin.
 
Seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq li bajarê Hewlêrê serdana kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kir. Seroka parlamentoyê daxuyaniyek çapemeniyê da.
 
Rêwaz Fayeq axivî û got; “Em jî ji bo alîkariyê bidin kampanayê hatin vê derê. Hem di aliyê manewi de jî me xwest em piştgiriyê bidin. Lê diyar e weke pêwîst di aliyê ragihandinê de kar ji bo kampanyayê nehatiye kirin. Em hemû dizanin xelkê Hewlêrê xelkek dil firehe. Ji bo vê ez bang li welatiyan dikim daku alîkariyê bidin kampanyayê.”
 
Seroka parlamentoyê bang li qenalên televziyonan jî kir da ku hîn zêdetir giringiyê bidin kampanyayê da ku li hemû cihî belav bibe.