Kurdên li Ewropayê çalakiyên xwe ji bo Rojav didomînin

  • 14:22 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarê Hannover ê Elmanyayê û li paytexta Skoçya Edînbûrghê ji bo Rojava daketin qadan.
 
Li Ewropayê çalakiyên kurdan ên li dijî êrîşan berdewam dikin. Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarê Hannover ê Elmanyayê û li paytexta Skoçya Edînbûrghê ji bo Rojava daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojav şermezar kirin.
 
Li Hanovera Almanyayê çalakî 
 
Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Hannover ê Elmanyayê careke din ji bo Rojava daketin qadan. Di çalakiyê de hewldanên qirkeriyê yên dewleta tirk hatin şermezarkirin. Çalakgeran bi pankart û afîşan bal kişandin ser dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.
 
Ji çalakgeran Bastîan Strober li qada çalakiyê axivî, nerazîbûn nîşanî bazariya navneteweyî da û destnîşan kir ku kurd wê bi hêza xwe bi ser bikevin.
 
Li Skoçyayê çalakiyên piştevaniyê
 
Li paytexta Skoçya Edînbûrghê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava şermezar kirin. Çalakî li ber Scottîsh Natînalê pêk hat û belavok hatin belavkirin. Li gel kurdan sosyalîst, hawirdorparêz, komên antî-faşîst û xwendekarên zanîngehê yên Skoç jî tevlî çalakiyê bûn.
 
Li Fransayê jî çalakî
 
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava 'Nehêle' de li dijî êrîşên dewleta tirk çalakiyek pêk anîn. Li Marsîlyayê di maça futbolê de ya tîma Strasboûrgê, ciwanan li trîbunan pankarta bi nivîsa "Tu jî ji bo Rojava rabe ser piyan" hildan û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Dîktator Erdogan" û "Rojava bi tenê nîne" hatin berzkirin.
 
Çalakgeran piştî maçê meşek pêk anîn.