Leyla Guven: Em bi milyonan e û naqedin
- 16:39 21 Cotmeh 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Geverê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da, anî ziman ku ew di pêvajoyeke zahmet re derbas dibin û ev tişt got: "Em bi milyonan e û naqedin. Ji bo me têkoşîneke mezin, xwedîderketin, yekitî û tifaq lazime."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, li Geverê serdana esnafan kir. Di serdana ku li gel endamên partiyê kir de, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Geverê da. Leyla, piştî serdana esnafan li avahiya partiya xwe ya navçeyê bi gel re civîn li dar xist.
'Bi moral bin'
Leyla ya ku axaftin kir, diyar kir ku ew di pêvajoyeke zahmet re derbas dibin û wiha got: "Dîroka berxwedana Geverê hemû gel dizanin. Gelê Gever paşve gav neavêt. Xedî li partiya xwe derdikeve û dişopîne. Ew dibêjin qey gelê geverê ditirse. Em bi milyonan e û naqedin. BI moral bin."
Leyla êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi bîr xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Rojava komkujî tê kirin û hemû cîhan vê dibîne. Li gotinên Erdogan, Putîn û Trump dinêrin. Gotina wan ji bo me ne girîng e. Ji bo me berxwedaneke mezin, xwedîderketin, yekitî û tifaq lazime."







