Gelê Efrîn û Şehbayê li hember nokteya Rûsan meşiyan

  • 17:12 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dehan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlî meşa Meclîsa Malbetên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Nebin hevkariya dagirkeriya dewleta tirk" berê xwe dan nokteya Rûsan.
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi dehan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Nebin hevkariya dagirkeriya dewleta tirk" berê xwe dan nokteya Rûsan a li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê. Di meşê de wêneyên Hevrîn Xelef, şehîdên sivîl û birîndaran û pankartên bi nivîsa "Axa me rûmeta me ye","Erdogan zarokan dikuje" hatin hilgirtin. Her wiha bi dirûşmên,"Yeke yeke gelê Sûriyê yeke" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin. 
 
Şandeyek ji Meclîsa Malbetên Şehîdan, endama mafê mirovan a Bakur û Rojhilata Suriyeyê, rûspiyên ji Kantona Efrîn û Şehbayê derbasî nokteya Rûsan bûn ji bo peyama gelê Efrîn û Şehbayê ragihînin.
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.