Efrîniyan nameyek têkildarî derxistina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê radestî Rûsya kirin

  • 19:21 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêx û rûspiyên eşîran û şêniyên Şehba û Efrînê, berê xwe dane bargeha Rûsya ya li gundê El-Wehşiye û êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Her wiha daxwaz ji Rûsya û Meclîsa Ewlehiyê kirin ku van êrîşan rawestînin û dewleta tirk ji xaka Sûriyeyê derxînin.
 
Şênî li kampa Berxwedan a li kantona Şehba kom bûn, wêneyên birîndar û şehîdan, her wiha pankartên bi nivîsên `` Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê şermezar dikin``, `` Nebin şirîkê dagirkeriya Tirk``û`` Erdogan kujerê zarokan e``, her wiha wêneyên êrîşên li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hilgirtibûn.
 
Paşê şêniyan ji kampa Berxwedan berê xwe dane baregeha Rûsya ya li gundê El-Wehşiye.
 
Li vir şênî, şêx û rûspiyên eşîran, dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê berz kirin û êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  şermezar kirin.
 
Paşê şandeyek ku ji 4 kesan, li ser navê Komîteya Mafên Mirovan Eyhan Elî û Îbrahîm Şêxo û li ser navê rûspiyên eşîran Yûsif Ebdulrehman û li ser navê Malbatên Şehîdan Nesrîn Husên derbasî bargeha Rûsya bûn û peyamek radestî rêveberên bargehê kirin. Di peyamên de daxwaz kirin  ku dewleta tirk ji xaka Sûriyeyê derkeve û Efrîn were rizgarkirin û koçber vegerin ser xaka xwe.
 
Li ser navê hêzên Rûsyayê  efserekî hêzên rejîma Sûriyê Mihemed Elî Umer anî ziman ku ew ê peymanê radestî aliyên têkildar bikin got, rizgarkirina Efrînê û Idlibê û derxistina artêşa dewleta tirk  û komên girêdayî wê ji Sûriyeyê, nêzîk e.
 
Şandeya ku serdana bargeha hêzên Rûsya kiriye, destnîşan kir ku bila serokê Rûsya Vlademîr Putîn siba di hevdîtina bi Erdogan re fermanekî bide Erdogan da ku ji xaka Sûriyeyê derkeve û koçber vegerin ser mal û milkên xwe yên dewleta tirk û komên girêdayî wê niha lê ne.