'Em ê dengê rastiyê ragihînin'

  • 09:03 22 Cotmeh 2019
  • Rojane
Xeznê Celal
 
KOBANÊ - Nûçegîhanên çapemeniya azad ên ku li Girê Spî û Eyn Îsayê berxwedana gel û şervanan radigihînin gotin: "Em wek rojnemevan soz didin ku em ê şopdarên hevalên xwe bin da ku heqîqeta dewleta tirk a hovane ya derheqê jin û zarokan de pêk tîne ji hemû cîhanê re ragihînin."
 
Berxwedana rûmetê derbasî roja xwe ya 14’an dibe. Nûçegîhanên çapemeniya azad kêlî bi kêlî vê berxwedana gel û şervanên QSD’ê ji tevahî cîhanê re radigihînin. Ji bo derxistina rastiyên dewleta tirk ku li Bakurê Sûriyeyê di derheqê sivîlan de pêk tîne, di oxira rastiyê de rojnemevanan canê xwe feda kirin. Tevî zor û zehmetiyan jî serkeftinên ku li Bakurê Sûriyeyê diqewimin radigihînin. Nûçegîhanên çapemeniya azad ên ku li Girê Spî û Eyn Îsayê berxwedana gel û şervanan her wiha êşa gelê herêmê radigihînin ji ajansa me re axivîn.
 
'Li hemberî êrîşan tevahî cîhan bê deng e'
 
Dicle Ehmed nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê(ANHA) li herêma Firatê di destpêka axaftina xwe de şehîdên berxwedana rûmetê û bi taybet ên çapemeniya azad bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berxwedana rûmetê di roja 14’an de bi dijwarî berdewam dike. Şervanên QSD’ê li Serêkaniyê û li Girê Spî destan nivîsandin. Li hember tank, top û balafirên dewleta tirk a dagirker ku li ser gel û şervanan êrîşan dide meşandin, şervanên QSD’ê bersivên tund didin dijmin tenê ji bo parastina gelê herêmê û xelaskirina sivîlan ji qetliaman. Dewleta tirk a dagirker li Serêkaniyê bi kiryarên herî hovane û çekên qedexekirî di bin navê 'Kaniya Aşîtiyê' de derheqê sivîlan de bi kar tîne. Li Serêkaniyê gelê sivîl ên di hundir de mayî û bi sedan ji wan birîndar in dewleta tirk bi şev û roj wan bombebaran û topbaran dike. Li hember van êrîşan tevahî cîhan bê deng e."
 
'Erka me ya sereke derxistina rastî û hovîtiya dewleta tirk e' 
 
Dicleyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser erka rojnamevanan û wiha domand: "Em wek ragihandina vê rastiyê berxwedana ku gel û şervan didin meşandin radigihînin. Em dixwazin rastiya dewleta tirk ku behsa herêma bi ewle dike û berovajî wê tev digere ji cîhanê re eşkere bikin. Çawa parastina gel erka sereke ya şervanên QSD’ê ye, em wek rojnemevan jî erka me ya sereke derxistina rastî û hovîtiya dewleta tirk e. Em wek ragihandin heta astekê rola xwe dilîzin çi bi riya dîmen, wêne û nivîs be. Di riya derxistina rastiyê de me gelek şehîd û birîndar dan. Hevalên me yên çapemeniyê ji bo li Serêkaniyê rastiyê derxin bûn hedefa dewleta tirk û gihaştin asta şehadetê. Em şopdarê şehîd Hogir, Dilîşan û Rizgar in çawa wan ji bo ku rastiya çeteyên DAIŞ'ê derxin canê xwe feda kirin. Em ê jî ji bo derxistina hovîtiya dewleta tirk çi li ser milê me bikeve em ê bikin. Car din em soza xwe ji gel û şehîdên xwe re nû dikin, em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin û heta dawiyê em ê dengê rastiyê ragihînin."
 
'Dewleta tirk di êrîşan de jin û zarokan dike hedef'
 
Her wiha nûçegîhan Stêrk TV Ciwana Cuma destnîşan kir ku dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiryarên dijmirovî dide meşandin û bi taybet jin û zarokan dike hedef û wiha pê de çû: "Dewlet tirk kiryar û komkujiyên ku li Efrînê di derheqê gel de pêk dianî, îro dixwaze van kiryaran li Serêkanî û Girê Spî dubare bike. Li Girê Spî me bi çavên xwe dît çawa ku artêşa tirk malên sivîlan bi tank, top û balafiran bombebaran û topbaran dike. Bi rastî kiryarên artêşa tirk ên derheqê sivîlan de dike ne nû ne. Em wek nûçegîhan dema ku me kiryarên dewleta tirk dişopandin li hemberî êşên dayikan em matmayî diman.”
 
'Em  şopdarê hevalên xwe ne'
 
Ciwanayê wiha axaftina xwe domand: "Li Girê Spî dema ku me hewl dida rastiya qirêj a artêşa tirk ragihînin, artêşa tirk bi balafirên şer erebeya me kir hedef û di encamê de hevaleke me ya rojnemevan şehîd bû. Em wek nûçegîhan ji 9’ê Cotmehê heta roja me ya îro di encama van êrîşan de 4 hevalên me gihaştin asta şehadetê û bi dehan birîndar bûn. Em wek rojnemevan soz didin ku em ê şopdarên hevalên xwe bin da ku heqîqeta dewleta tirk a hovane ya derheqê jin û zarokan de pêk tîne ji dewletên navneteweyî û cîhanê re ragihînin."
 
'Rûyê rast ê dewleta tirk di van êrîşan de eşkere bû'
 
Di dawiyê de nûçegîhan Ronahî TV li Girê Spî Leyla Ebdî destnîşan kir ku dewleta tirk di êrîşan de gelê sivîl, jin, zarok, kadroyên tendirustî û rojnemevanan hedef digire û wiha got: "Artêşa tirk a dagirker bi riya şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê xwest riyên di navbera Girê Spî û Eyn Îsa de bigire ji ber vê yekê gelek caran erebeyên ambulansê nedikaribûn xwe bigihînin birîndaran. Nexweşxaneya Eyn Îsa pir zehmetî didîtin ji ber ku kadroyên tendirustî kêm bûn ji ber vê yekê birîndar ji bo nexweşxaneyên bajarên din dihatin veguhestin. Di van êrîşan de dewleta tirk rûyê xwe yê rast nîşan da ku tenê ji bo dagirkirina herêmê êrîş dike." 
 
'Tevî êrîşên dijwar em hewl didin xwe bighêjînin cihê bûyerê'
 
Leyla Ebdî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Çeteyên artêşa tirk dema ku dikevin malên sivîlan talan dikin, didizin û herî dawiyê yan dişewitînin yan jî bombe dikin ji ber ku dizanin demek dirêj li van herêman namînin. Bi riya van kiryarên xwe didin diyarkirin ku senaryoya çeteyên DAIŞ’ê dubare dikin. Her wiha artêşa tirk kampa Eyn Îsa topbaran kir û di encamê de derdora 700 kes ên DAIŞ’î ji kampê reviyan û li herêmên derdora Eyn Îsa belav bûn. Di derbarê van çeteyan de şervanên QSD’ê li herêmê dest bi operesyonê kir. Tevî hemû êrîşên dijwar ên li ser rojnemevanan em hewl didin ku xwe bigihênin cihê bûyerê û rastiya ku diqewime ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin."