Siyasetmedarên jin ên Başûr: Piştevaniya berxwedanê divê hîn zêdetir mezin bibe
- 09:05 22 Cotmeh 2019
- Rojane
SILÊMANÎ - Jinên siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê di derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan û gotin: “Li hemberî êrîşên dagirkeriyê pêdivî bi dengekî hîn zêde bi hêz heye. Hewceye civaka navneteweyî zêdetir xwedî helwest be.”
Ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû şêweyên bejayî û hewayî berdewam dike. Her diçe li hemberî êrîşan bertek zêde dibin û biloka piştevaniya berxwedanê mezin dibe. Li Başurê Kurdistanê jî boykotkirina malên Tirkiyeyê, heta beşdarbûna ciwanan nava refên berxwedana rûmetê û meşên girseyî gelek çalakiyên cihêreng hatin kirin. Di rojên despêkê de 14 partiyên siyasî li ber avahiya NY ya Hewlêrê hatin gel hev û daxuyanî dan. Parlementoya Herêma Kurdistanê jî bi rûniştinek taybet ser rewşa Rojava kom bûn. Jinên siyasetmendarên Başûr jî bi heman şêweyî nerazîbûnên xwe nîşan dan û nirxandinên girîng kirin.
‘Hevgirtina li hemberî çeteyên DAIŞ’ê carek dinê nîşan bidin’
Endama Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Pervîn Elî da zanîn ku ew êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Rojava napejirînin û wiha domand: “Em êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar dikin. Em kurd hemû yek in li hember xeyalên dagirkirina Erdogan a ser axa Kurdistanê. Di tu zagonan de ev êrîşên derbaskirina sînorê welatekî din nayê pejirandin. Ev kirinên dermirovî hemû Erdogan ji bo xeyalên xwe yê sultaniyê dike. Em weke siyasetmendarên Başûr daxwaz ji netewên yekbûyî dikin ku li hemberî êrîşên dagirkeriya axa Rojava bisekinin. Divê nehêlin bûyera li Efrînê hatî jiyîn carek din dubare bibe. Hemû cîhan dizane şervanên YPG û YPJ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şerekî çawa kirin û mirovahî ji felaketek çawa rizgar kirin. Niha êrîşên dagirkeriyê li ser wan giran bûye, pêdivî bi yekgirtina dengên gelempêriya cîhanê heye.”
‘Piştevaniya berxwedanê divê hîn zêdetir mezin bibe’
Endama Kongreya Netewiya Kurdistanê Mujde Abbasî jî banga xwedîderketina Rojava li her kesî kir û wiha axivî: “Dewleta tirk bi awayekî dermirovî êrîşî axa Rojava dike. Li hemberî êrîşan berxwedan mezin bûye. Ji bo rawestandina êrîşan pêdivî bi dengekî hîn bi hêz heye ji nava welatên cîhanê. Ez hêvîdar im ku dewletên navneteweyî destûrê nede dagirkerî û qirkirina nijadî.”
‘Pêdivî bi dengê jinan hîn zêdetir heye’
Endama Netewa Kurdistan û endama Akademiya Jîneolojiyê Nesrîn Ebasiye jî hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên li ser Rojava wiha anî ziman: “Em hemû li hemberî êrîşên li ser Rojava tên meşandin bi hêrs in û bertekên xwe tînin ziman. Li Rojava bi pêşengiya jinan berxwedan ji roja destpêkê heta niha berdewam e. Ji bo wê jî hîn zêdetir pêdivî bi yekdestiya jinan heye. Pêdivî hîn zêdetir bi xwedîderketina jinan heye.”







