Jinên dijberê şer: Mirov li ser xwînê kêfxweş nabin
- 09:13 22 Cotmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên li avahiya HDP’a Bayrakli ya Îzmîrê Nobetê digirin wiha gotin: “Tu kes li ser xwînê aram nabe. Cenaze diçin şevneşînan, naçin derveyê welat, malên dewlemendan.”
HDP’a Bayrakli ya Îzmîrê ji roja ku operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin şûnde li avahiyê saet di navbera 19.00 û 21.00’an de çalakiya nobetê pêk tînin. Jinên ku li dijî qedexekirina Walîtiyê, li ber partiyê çalakiya xwe didomînin diyar kirin ku Tirkiye li dijî sivîlan sûcê şer dike û got tevî agirbestê sûcê şer tê berdewamkirin.
‘Dewlet çav berdide her tiştê Kurdan’
Hevseroka HDP’a Bayrakli Ayşe Silik:Em li şûna di televîzyonê de şer temaşe bikin em çalakiya rûniştinê dikin. Her roj agahiyên mirinê tên. Gelo bi yek alî agirbest dibe? Bi balafiran êrîşî bajaran dikin, jin zarok û kal û pîran dikujin. Ev mirovahî ye ma? Ev ne şer e jî ev nîjadperestiya li hember Kurdan e. Hemû cîhan vê dizane lê kes li dijî vê dernayê. Kes nikare wan bixapîne. Kurd çi bi dest bixin, ew çav berdidên. Ji qada navneteweyî bertekên cidî tune ne. Li gorî min ya rast şer wan derxistiye. Ji Kurdan re dibêjin hûn mafdar in, lê çekan didin Tirkiyeyê. Çekan difroşin Tirkiyeyê. Ev welat têrî me dike. Bila kes nemire. Cenaze ne diçin ji dewlemendan re ne diçin derveyê welat. Zarokên xizanan tên kuştin.
‘Agirbesta yekalî nabe’
Şadiye Yilmaz: Li Rojava komkujî pêk tê, em li mala xwe ne rehet in. Di navbera me de tenê sînorek heye. Çi sûcê wan heye? Erdogan çi ji wan dixwaze? Gelo Kurd ne mirov in? Niha dibêjin agirbset lê tu kes nebû şahidê agirbestê. Ka agirbest? Rojava çi bi wan kiriye? Ji Kurdan hez nakin wê demê kî terorîst e? Yên dikujin zarokên wan e? Kî zarokan bikuje ew terorîst in.
‘CHP jî xwediyê heman zihniyetê ye’
Lutfiye Yildirim: Ez HDP’î me min di hilbijartinê de deng da CHP’ê, lê CHP’ê nîşan da ku ew jî wek desthilatdariyê ye. Ji bo wan Kurd ne mirov in. Gelo çima ji zilmê kêfê digirin. Çi mafê wan heye ku malên me talan bikin? Ez ji Nisêbînê hatim. Dewletê malên me xera kirin em ji ber zilmê koçber bûn.
Beyaz Erdogan: Divê demildest diyalogek pêk bê. Dixwazin me hemûyan tune bikin. Ew nikarin li ser evqas xwîn aram bin. Ev tevgera xwînê ye. Ne ya aştiyê ye.







