Hedefa Piştevaniya Jinan a Sultangazî komelebûn e
- 09:14 22 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL- Piştevaniya Jinan a Sultangazi ya li dijî binpêkirina mafan bi hatina jinan a gel hev hat avakirin, niha bi konserveyên çêdikin, avakirina komeleyê hedef dikin. Endamên piştevaniyê bang li hemû jinan kirin û gotin ger bên cem hev wê xurt bibin.
Jinên li navçeya Sultangazî ya Stenbolê hatin cem hev û Piştevaniya Jinan a Sultangazi ava kirin. Piştevaniyê bi gelek bernameyên pêk anîn, hewl didin binpêkirinên mafan ên jin dijî bidin xuyakirin. Jin niha konserveyan çêdikin û bi pereyê ku ji vir bê jî hedefa avakirina komeleyekê dikin. Endamên Piştevaniyê Fîlî Bahar, Songul Agdogan û Fatma Aygodan bang kirin ku hemû jin di piştevaniyê de cih bigirin.
‘Em dikarin rêxistinbûna xwe pêş bixin’
Endama Piştevaniya Jinan a Sultangazî Fîlîz Bahargot bi pereyên ku ji konserveyan qezenc bikin, dixwazin ewil cihekî vebikin û li wir ji bo jinan bikin xwedî hişmend, tê de parastina cewherî jî heye gelek atolyeyan vebikin. Fîlîzê wiha got: “Em dixwazin xwe bigihînin jinan.Em dikarin rêxistinbûnê pêş bixînin. Em bi tevgera jinan re dikarin vê bikin. Ji ber zehmetiyên pergalî gelek zêde ne. Barê jinan pir zêde ne. Êşên me zêde ne. Em dikarin di nokteyên hevpar de bên cem hev.”
‘Xwegîhandina jinekê jî pir girîng e’
Songul Agdogan jî bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan û got: “Xwegîhandina jinan gelek girîng e. Em jinekê jî xilas bikin ev destkeftiya me ye. Di vê piştevaniyê de tiştên ku em ji hev fêr bibin gelek zêde ne.”
‘Divê em di piştevaniyê de cih bigirin’
Fatma Aygodan jî sedema tevlîbûna xwe ya piştevaniyê anî ziman û got hatina cem hev a jinan, xurtbûn û xweşikbûn e û ev tişt bi lêv kir: “Em piştevaniyê tenê ji bo sohbetê ava nakin. Em dixwazin bi perwerde, qezenc û rewşa aborî ya jinan bidomînin. Em di vê piştevaniyê de cih bigirin gelek tiştên em ji hev fêr bibin hene. Ez bang li jinên Sultangazî dikim ku di piştevaniyê de cih bigirin.”







