Di 3 sal dema qeyûm de çi hat jiyîn?
- 09:19 22 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - HDP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rekorek mezin Şaredariya Nisêbînê girtibû, lê carek din qeyûm lê hat tayînkirin. Di dema ku 3 salan qeyûm şaredarî bi rê ve bir de, gel mahkumê riyên bi ax hat kirin, Abîdeya Newrozê hat hilweşandin, navê parkan hat guherin û şaredarî xist bin 32 mîlyon TL deyn.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hevşaredarên HDP’ê yên Nisêbînê ji sedî 77,4 deng girtin. Hevşardarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Fethat Kut, di 17’ê cotmehê de ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Her wiha qeymeqamê navçeyê Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayînî şûna hevşaredaran hat kirin.
Hevşaredara berê Sara Kaya hîna girtiye
Beriya hilbijartinên 31’ê Adarê şaredariya Nisêbînê 3 salan di destê qeyûm de mabû. Di 11’ê îlona 2016’an de ku şaredarî destê DBP’ê de bû, qeymeqamê navçeyê Ergun Baysal hat tayînkirin. Piştî cihê peywira Ergul Baysal hat guherîn, qeymeqamê navçeyê Mehmet Balikçilar hat tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûman hevşaredarên berê yên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok hatin girtin. Cengîz Kok piştî demekê hat tahliyekirin. Sara Kaya ku bi cezayê muebeta giran tê darizandin jî, hîna girtiye.
Gel mahkumî riyên bi ax hat kirin
Di 2016’an de bi tayînkirina qeyûman re şaredarî xistin bin dorpêçê û kirin wek qerekolê. Camên odeya şaredar bi camên ku gule tê de derbas nabe, guhertin û her wiha li şûna kesên ji kar hatin avêtin jî AKP’ê bi cih kirin. Di 3 salan de xizmetên hatin kirin jî bi asfaltê sînor man. Bi taybet welatiyên li derveyî bajar dijiyan jî mahkumî riyên bi ax hatin kirin.
Qeyûm Abîdeya Newrozê hilweşand
Qeyûm Abîdeya Newrozê jî hilweşand, li şûnê kuleya saetê ava kir. Her wiha gelek navên parkan jî guhert. Piştî ku şaredarî di 31’ê Adarê de ji nû ve ket destê HDP’ê, lêçûn û îcratên dema qeyûm bi gel re hat parvekirin. Qeyûm wesayîta ser erdan ya bi butçeya şaredariyê bi 149 hezar û 500 TL hatibû girtin, hîbeyê Midûriyeta Emniyeta Navçeyê kiribû. Her wiha avahiya navenda ciwanan hat girtin jî ji bo Midûriyeta Perwerdehiyê ji bo 25 salan hat tahsîskirin. Avahiyên şaredariyê yên li gundên Kertwên, Girê Mîra, Stilîlê jî ji bo 2 salan tahsîsê Midûriyeta Perwerdehiya navçeyê hat kirin.
Qeyûm ku şaredarî bi 6 mîlyon û 388 TL dewr girt, 32 mîlyon û 369 hezar TL xist bin deyn.







