Jinên Başûr: Li hemberî êrîşan pêdivî bi yekitiyê heye
- 11:10 22 Cotmeh 2019
- Rojane
Have Elma
SILÊMANÎ - Jinên başurê Kurdistanê metirsiyên xwe derbarê êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava anîn ziman û banga yekitiyê li hemberî êrîşan li hemû kurdan kirin.
Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşî Başur û Rojhilatê Sûryê kir. Weke hemû deverên Kurdistan û cîhanê ji Başurê Kurdistanê jî nerazîbûn hatin nîşandan û çalakiyên cur be cur li dijî van êrîşan hatin kirin. Kom bi kom ciwanan berê xwe dan nava refên Berxwedana Rûmetê. Ji bo komkujî li Rojava li ser kurdan dubare pêk neyên hemû kesên xwedî wijdan li her deverê li ser lingane û daxaz ji sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku li dijî vê êrîşê helwestekê nîşan bidin.
Ji ber êrîşên dewleta tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, ev 14 rojin berdewam dike, hemwelatiyên Başurê Kurdistanê bi rêya xwepêşandan, kampanya alîkarî û boykotkirina tiştên tirkiye ku dikin alîkariya kurdên li Rojava dikin ji bo rawestandina êrêşên dewleta Tirk dengê xwe bilind dikin û digihînîn raya giştî ya cîhanê. Dewleta tirk ku agirbestê binpê dike wekî her gavê êrîşên xwe berdewam dike weke rojên despêkê êrîşên îşkalê didomîne. Hemwelatî tirsa wan heye ku cînosayta kurdan li Rojava dubare bibe. Lê belê aliyên peywendîdar heta niha aşkera nekirine ku ev kiryarên dewleta tirk ji bo çi ne û heta niha bi awayek vekirî nebûne xwedî helwest. Jinên başûrê kurdistanê ev êrîşên li ser Rojava careke din şermezar kirin û piştevaniya xwe bi Rojava re dan nîşandan.
‘Mirovahî li gel tirkan nîne’
Jina bi navê Benan Ebubekir bertek nîşanî van êrîşan da û got: “Ez nikarim bi tu awayî êşa kurdên li Rojava pênase bikim û êşa wan parve dikim. Ez hêvîdar im cîhan guhê xwe veke û vê êşê bibîne. Dewleta tirk bi awayê hovane êrîş dike. Ger dewleta tirk mirovahî li gel hebûya, êrîşên bi vî awayî ne dikirin. Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim. ”
'Divê hemû kurd li dijî van êrîşan rawestin'
Serwe Heme Emîn hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên dagirkirinê wiha tîne ziman: “Êrîşa dewleta tirk weke destdirêjiya li ser gelê kurd e, ji bo wê jî divê em hemû kurd li hemberî van êrîşan rawestin û li gel Rojava bin. Ger min bikaribûya ez ê biçuyam rojava û mil li gel şervanan minê şer bikira. Em ji agirbesta Tirkiyeyê bi gûman in. Em daxwaza hişyariya bi deng dikin ku hêzên navneteweyî û navxweyî rê nedin Jenosîdeke din li Kurdistanê ru bide."
'Bila jenosîdeke din li Kurdistanê rû nede'
Jina bi navê Awêzan Ferenc jî dibêje: “ Em ji agirbesta Tirkiyeyê bi gûman in. Em daxwaza hişyariya bi deng dikin ku hêzên navneteweyî û navxweyî rê nedin Jenosîdeke din li Kurdistanê ru bide. Em daxwazê ji hemû laiyên baş û bi rûmet dikin ku ji bo kurdên Rojava bi xem bin. Herwiha pêwîste dewletên cîhanê xwedî helwest bin, da ku cînosayta kurdan dubare nebe.”
‘Pêwiste kurd bibin yek’
Kuwêstan Xelîl jî da zanîn ku divê kurd hemû li hemberî metirsiya karesatên ser Rojava bibin yek û wiha domand: “Xwezga min bi karibûya li gel şervanên Rojava li dijî êrîşên dewleta tirk şer bikira. Daxaza min ji hemû aliyên peywendîdar ewe ku vê cînosayda kurdan ne pêjirînin. Ka mafê mirovan mane kurd jî mirovin, eve neheqiyek gelek mezine li beramberî Gelê Kurd tê kirin.”
'Ji bo xakame neyê dagirkirin yekiktî pêwist e'
Hemwelatiyê bi navê Hawraz Helmet jî ev tişt got: “Pêwîste em kurd hemû bibin yek, wê demê dewletên din nikarin xaka me dagir bikin. Li gor min Emerîka armanca wê ne bidawîkirina êrîşane, armanca wê ew e ku kurdan tune bikin. Welatên din biryara ji holêrakirina kurdan didin. Divê em bi xwe piştgiriyê bidin hev û em bibin yek. Di 9’ê Cotmehê de, dewleta tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Di nava 13 rojan de ji 300 hezaran zêdetir kurd koçber bûn, bi sedan şehîd û birîndar bûn, heta niha jî êrîşên dewleta tirk berdewam dikin, welatên Cîhanê ji vê yekê berpirsyarin."
'Divê her kes ji bo bidawîkirina êrîşan têkoşînê bide'
Ciwanê bi navê Reşîd di derbarê êrîşa dewleta tirk a li ser Rojava de nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje: “Daxaza min ji kesên peywendîdar ew e ku helwesta xwe li beramberî vê yekê bidin nîşandan û bi karin pêşî li van êrîşan bigrin.”







