Meclîsa Federal a Til Temirê daxuyanî da

  • 14:01 22 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk  û bikaranîna çekên qedexekirî yên li dijî sivîlan, Meclîsên Navçeya Til Temirê daxuyanî da.
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi tank û balafirên xwe êrîşî Herêma Bakurê Sûriyeyê kirin. Herî dawî hat gotin ku çekên qedexekirî hatine bikaranîn. Têkildarî vê mijarê Meclîsa Navçeya Til Temirê û pêkhateyên wê li Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Federal a Navçeya Til Temirê Ebdil Baqî Kûtê ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî gelê sivîl ê herêma Bakurê Sûriyeyê dike û jin û zarokan qetil dike, ma qeyî wîjdanê mirovahiyê miriye ango ew jî li gorî polîtîkaya qirkirina kurdan esas digire tev digerin? Gel bi îradeya xwe û şervanên xwe berxwedaneke bêhempa dan meşandin û pêla berxwedanê jî didome. Dewleta tirk bi çi mafê çekên qedexekirî li dijî sivîlên me bi kar tîne? Li hember wê jî çima cîhan bêdeng e? Gotin tenê têrê nake, pêwîst e êdî êrîşên dewleta tirk rawestînin.  Armanca dewleta tirk ew e ku demografiya herêmê bide guhertin û nîştecihên din li deverên ku girtiye bi cih bike. Hemû cîhan li hember qetilkirina jin û zarokên welatê me berpirsiyar in û dîrok dinivîse. "
 
Daxuyanî bi dirûşma"Berxwedan jiyan e" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.