Li Qamişloyê sê pakrewanên berxwedana rûmetê hatin oxirkirin

  • 14:04 22 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sê lehengên berxwedana rûmetê li goristana Delîl Saroxan oxir kirin.
 
Pakrewanên berxwedana rûmetê yên  ku di encamê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan,  ji aliyê bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê ve bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
 
Canezeyê her sê pakrewana di nava tilîliyên dayikan û nîşanên serkeftinê de hilgirtin ser milan û birin goristana şehîd Delîl Saroxan.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanan axaftin hatin kirin.
 
'Hêzên cîhanê tev jî li ser me bibin yek, wê nikaribin me qir bikin'
 
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima Elî axivî û got: "Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbatên pakrewanan re dixwazin. Em îro rastî êrîşên hovana yên qirkirina Gelê Kurd tên. Dewleta tirk a dagirker bê navber herêmên me topbaran dike û çekên qedexekirî li hember vîna me dide bikaranîn. Me dît çawa  jin, zarokan û siyasetmedaran qetil dike. Gelê herêmê bi hemû netewên xwe parastina axa xwe kirin. Gelê me li hember terora herî mezin, terora DAIŞ'ê li ber  xwe da û dunya jê xelas kir. Mixabin îro ev dunya jî li ser qirkirina me lihev kirine. Em di hizûra van pakrewanan de dibêjin ku hêzên dunyayê tev jî li ser me bibin yek wê nikaribin me qir bikin."
 
'Çareseriya pirsgirêka aloziya Sûriyeyê di destê me de ye'
 
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî û bal kişand ser rewşa herêman û got: "Em bejna xwe li hember pakrewanên xwe ditewînin. Pakrewanên ku axa xwe ji dagirkeriyê parastin, da ku projeya rûmetê bi ser bikeve. Em bi vê sekna xwe ji cîhanê re didin diyarkirin ku em hemû netew şirîkê vê şoreşê ne. Gelê me di gelek fermanan de derbas bûn. Şengal, Enfal, Helebçe û Efrîn li pêşiya çavên me ne, lê dîsa em tune nebûn. Cara yekem di dunyayê de cîhan ji bo kurdan rabû ser piyan , ev dide diyarkirin ku şoreşa me bi ser ketiye. Erdogan dixwaze hevpeymana Edenayê li ser erdê Sûriyeyê pêk bîne û Sûrî bike bin desthilatdariya hikûmê osmaniyan. Em ê ji cîhanê re bidin isbatkirin ku me ji bo doz û azadiya gelê xwe şer kiriye û çareseriya pirsgirêka aloziya Sûriyeyê di destê me de ye."
 
Merasîm bi dirûşmên "Bijî şoreşa Rojava", "Şehîd namirin" bi dawî bû.