Bi hezaran şêniyên Dêrikê li dijî êrîşan derketin qadan

  • 14:15 22 Cotmeh 2019
  • Rojane
DÊRIK - Şêniyên bajarê Dêrîkê bi dirûşma "Em bi destê dewleta tirk û DAIŞ'ê rastî qirkirinek fîzîkî û olî tên" daketin qadan û êrîşên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin. 
 
Bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Em bi destê dewleta tirk û DAIŞ’ê rastî qirkirinek fizikî û olî tên" bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Meş ji qada azadiyê dest pê kir û li navenda ciwanên şoreşger veguherî mîtîngê. Di nava meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, wêneyên berxwedêr û birîndarên berxwedana rûmetê hatibûn hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Xweser Hekem Xelo û li ser navê Kongreya Star Welîda Botê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kirin û gotin: "Ev roj rojên dîrokî ne ku gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê de derbas dibin. Ev roj wê nexşeya herêmê bi tevahî biguherîne. Îro dewleta tirk a dagirker di bin navê islamiyetê de gelê me ji komkujiyan re derbas dike. Em jî van êrîşan qebûl nakin û em ê her dem li berxwe bidin. Şoreşa ku bi navê jinê hatiye binavkirin wê bigihêje serkeftinê. Bi keda şehîdên me û bi baweriya me, em ê bi ser bikevin. Me bi hezara şehîd dane bila tu kes tu gumana neke li ser vê baweriya ku me daye girêdan."
 
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.