2 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin girtin
- 14:39 22 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn û Hamza Agirman ên li Mêrdînê hatin binçavkirin, piştî 12 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin û hatin girtin.
Polîsan li Mêrdîn û navçeyên wê di 10 û 11’ê Cotmehê de bi ser malan de girtin û endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozgur Bûlût, Hatîce Buşra Kûyûn, Hamza Agirman û rêvebera Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Bajêr a berê Yasemîn Demîrkaya binçav kirin. Ozgur, Hatice, Buşra û Hamza piştî 12 rojan sewqî dadgehê hatin kirin.
Dozgerê îfadeya her 4 kesan girt, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê Ozgur Bûlût û Yasemîn Demîrkaya serbest berdan û ji bo Hatîce Buşra Kûyûn û Hamza Agirman jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û şandin girtîgehê.







