Li emniyetê pirsên balkêş ji Kezîbanê hat kirin

  • 14:44 22 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Li emniyetê ji Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz pirsa “We gotiye 'Şaredarî veguhertine qereqolê'. We bi van gotinan xwestiye çi bêjin û we ferman ji kê wergirtiye?” kirine. 
 
Polîsan li Emniyeta Amedê pirsên balkêş ji Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê kirin di binçavan de pirsîn. Polîsan pirsên derbarê endamtiya komele û partî, ehliyet, pasaport, derketiye derveyî welat an na û xizmek wê di nava “rêxistina terorê” de heye an na û beriya hatiye binçavkirin an na ji Kezîbanê re kirine. 
 
“Rêzgirtina” di civînên xebata hilbijartina xwecihî de hatine kirin û beşdariya merasîma Zulkuf Gezen ê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî ji Kezîban hat pirskirin. 
 
'Kê ferman da we?'
 
Yek ji van pirsên balkêş jî ew in ku polîsan pirsa “Wan şaredarî veguherandine qereqolê em ê di 1’ê nîsanê de hemû bi hev re vekin û li benda we ne? We bi van gotinan xwestiye çi bêjin û ferman ji kê wergirtiye?” ji Kezîbanê kirine. Kezîbanê di civîna partiya xwe ya hilbijartina xwecihî ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Peyasê de ev axaftin kiribû. Kezîbanê bersiv neda vê pirsê. Her wiha civînên hilbijartin û mitîngê jî ji Kezîbanê hatine pirsîn.