Dayikên Aştiyê banga ‘yekîtiya neteweyî’ li Mesut Barzanî kirin
- 14:51 22 Cotmeh 2019
- Rojane
ÊLIH - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê ji ber êrîşên li dijî Rojava banga yekîtiya neteweyî li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kirin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Meclîsê Nuran Seçkîn daxuyanî da û got ew kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.
Nuran da zanîn ku di êrîşan de zarok jî hatine kuştin û divê angaşta bikaranîna çekên kîmyewî jî bê lêkolînkirin.
Nuran banga yekîtiya neteweyî ya kurd li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir û got: “Yên tên kuştin zarokên me ne û xwişk û birayên me ne. Divê kurd bibin yek.”
Nuran Rûsya û Amerîka ji ber helwesta wan a rê li pêşiya şer vedikin jî şermezar kir û wiha got: “Hikumeta AKP’ê 40 sal jî vî şerî dewam bike em ê neqedin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Neçin destê xwe dirêjî Rûsya û Amerîka nekin, werin em bi hev re aştiyê bînin û saz bikin. Ji bo aştiyê çi bikeve ser milê me dayikên aştiyê em amade ne.”







