‘Hebûn û tunebûna me li ser vê axê ye’
- 16:23 22 Cotmeh 2019
- Rojane
Xezne Celal
KOBANÊ - Jinên Kobanê helwestên xwe derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê û bê dengiya dewletên navneteweyî de anîn ziman û gotin: “Em ê li hember êrîşan ji heft salî hetanî heftê salî li berxwe bidin, hebûn û tunebûna me wê li ser vê axê be. Ji ber ku li ser vê axê me bi hezaran şehîd dane. Em ê xwedî li doza şehîdên xwe derkevin.”
Dewleta tirk ji 9’ê Cotmehê ve herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tank, top û bi alîkariya balafirên bêmirov bi balefirên şer bombebaran û topbaran dike. Li hember van êrîşan tevahî dewlet-netew bê deng in. Gelê herêmê û şervanên QSD’ê bi hêz û moralekî mezin li hember van êrîşan berxwedana rûmetê didin meşandin. Şêniyên herêmê bi riya meş û mêtîngan piştgiriya xwe bi şervanan re û her wiha helwest û nerazîbûna xwe ji êrîşên artêşa tirk re didin diyarkirin. Jinên Kantona Kobanê ku tevlî mêtîngê bûbûn helwestên xwe yên li dijî êrîşan ji ajansa me re anîn ziman.
‘Em ê xwedî li doza şehîdan derkevin’
Sebah Muhemed bê dengiya navneteweyî şermezar kir û wiha helwesta xwe anî ziman: “Dewleta tirk bi riya êrşan dixwaze axa me binpê bike û welatê me dagir bike. Dewleta tirk dibêje ez ê herêmeke bi ewle ava bikim, ma gelo herêma bi ewle bi dizî, wêrankirin, kuştin û talaniyê tê avakirin? Em li welatê xwe bi awayekî aram, azad û wekhev dijîn. Ez ji dewletên navneteweyî û mafên mirovan re dibêjim ka mirovatî? Bi sedan kes li Serêkaniyê û Girê Spî hatin qetilkirin. Em li dijî parçekirina welatê xwe ne. Em naxwazin axa me parçe bibe. Em ê li hember êrîşan ji heft salî hetanî heftê salî li berxwe bidin û li ser vê axê canê xwe feda bikin. Li ser vê axê me bi hezaran şehîd dane. Em ê xwedî li doza şehîdên xwe derkevin. Bangewaziya min ji dewletên navneteweyî ku ji êrîşên dewleta tirk re sînorekî deynin ji ber ku li Serêkanî û Girê Spî zarokên me bi komkujiyê re rû bi rû ne.”
‘Hebûn û tunebûna me li ser vê axê ye’
Fatma Xelîl diyar kir ku dijmin tu carî nikare îradeya gelê kurd bişkîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dewleta tirk bi alîkariya dewletên navneteweyî herêmên me dagir dike û dibeje li van herêman ‘terorîst’ hene. Me tu carî herêm dagir nekirine, sivîl qetil nekirine, mal talan nekirine û me tu carî bi çekên qedexekirî zarok neşewitandine. Em ji serokên dewletan re dibêjin ger ku hûn nikarin tiştekî bikin, biçin di malê xwe de rûnin. Dema ku hûn dibêjin mafên mirovan li gel me heye vaye zarokên Rojava roj bi roj bi şewat û komkujiyan re derbas dibin çima hûn bêdeng in? Hebûn û tunebûna me li ser vê axê ye. Şehîdên me rûmeta me ne, şervanên me pişta me ne û em jî pişta şervanên xwe ne.”
‘Em ê bi hêz û îradeya gelê herêmê bi ser kevin’
Ferdos Kino ya ku ji bajarokê Sirînê tevlî mîtînga Kobanê bû jî wiha axivî: “Em îro ji Sirînê hatin Kobanê û bi yek dengî êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Ev sekna gelê herêmê çi ereb an kurd dibe, yekîtiya gelê herêmê dide diyarkirin. Dagirkirina bajarên me ji aliyê dewleta tirk ve em qebûl nakin. Îro em dibînin ku tevahî cîhan li hember van êrîşan bê deng e, ev bêdengî dide diyarkirin ku hemû dewlet piştgiriyê didin dewleta Tirkiyeyê. Em ê bi hêz û îradeya gelê herêmê bi ser bikevin. Em bi şehîdên xwe ser bilin din, em ê li ser şopa wan bin û xeyalên wan pêk bînin.”







