Daneşîna doza Fîgen Yuksekdag hat taloqkirin
- 16:33 22 Cotmeh 2019
- Rojane
WAN - Danişîna doza Fîgen Yuksekdag a bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin hat taloqkirin.
Danişîna 12’emîn a doza Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin li Dadgeha Wanê hat dîtin. Fîgen beşdarî daneşînê nebû û parêzerên Fîgen Yuksekdag û Recep Tayyîp Erodagn di danişînê de amade bûn.
Parêzerê Erdogan di danişînê de mafê axaftinê girt û got cara 12’emîn e Fîgen Yuksekdag beşdarî danişînê nebûye. Parêzerê Erdogan xwest ji ber gotinên “Daraz di bin zextên îktîdarê de ye” ên Fîgen Yuksekdag gilî bê kirin.
Piştî parastina parêzerên Fîgen Yuksekdag û heyeta dadgehê danişîn taloqî 7’ê çileya 2020’an kir.







