ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2019'AN

  • 09:00 23 Cotmeh 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Sûryanî Corcêt Bersom derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava axivî û wiha got: "Ev êrîş li dijî mirovahiyê ye û pir armancê wê yê veşartî hene."DÎMEN HEYE
 
*Serêkaniyê, şaristaniya mirovahiyê, destpêka dîroka mirovahiyê, kaniya aşîtî, wekhevî û jiyana hevbeş a li hember hemû rengên pişaftinê ye. Serêkaniyê ji serdema Osmanî û Firansiyan de li berxwe daye û di dîroka mirovahiyê de parastina çanda resen kiriye û bi tîpên zêrîn rûpelek nû di dîrokê de vekiriye. Îro jî  li hemberî artêşa tirkan a weke Hêza Duyemîn a NATO' yê tê zanîn berxwedaneke ku di vegotina wê de ziman pûç dibe tê nîşandan. Tenê birîqîn û awirên çavên keç û xortên ku bûn şahidê lehengî û wêrekiya rêhevalên xwe û kelecana wan ku her dem digotin ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Bijî Serok Apo’ vedibêjin. JI PÊNÛSA JINAN
 
* Jinên Efrînê yên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûbûn û niha li Kantona Şehbayê bi cih bûne, êrîşên pêvajoya Efrînê bi bîr xistin û bang li raya giştî kirin ku carek dinê çavê xwe ji qirkirina nijadiya ser kurdan tê ferzkirin re negirin.DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Ceren Akçabay, daneyên der barê sernavên wekê pornografiya zarokan û îstîsmara zayendî ya di rapora Wezaretê de nirxand û got neweşandina van daneya wê lêkolînan ji rastiyê qut bike. BI DÎMEN
 
*Ji rêveberiya HDP’a Enqereyê Betul Koca destnîşan kir ku di bin pêkhatina polîtîkayên zor û zextê yên li Tirkiyeyê de, netewperestiya ku tê belavkirin heye û ev tişt got: “Dixwazin HDP’ê biqedînin, Netweperestiyê zêde bikin. Desthilatdarî  peyama ‘dema kurd tên tunekirin bila kes deng dernexe’ dide gel. Lê em tu car dest jê bernadin.” BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Ebex a Wanê Leyla Atsak ku mazbata wê nehatibû dayîn, tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê û piştre 5 şaredariyên din nirxand û wiha got: “Divê jin kolan û qadan terk nekin. Divê jin bersiva herî mezin li qadan bidin qeyûm.”BI DÎMEN
 
*Li gel ku 9 sal di ser erdheja Wanê re derbas bûn jî hîna malbatên di konteyniran de dimînin hene. Malbatên ku ji sala 2011’an de heta niha di konteyniran de dijin diyar kirin ku ew naxwazin zivistanek din di konteyniran de derbas bikin. BI DÎMEN