'Hemû gelên li ser vê axê di nava xetereyê de ne'
- 09:02 23 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞO - Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Sûryanî Corcêt Bersom derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava axivî û wiha got: "Ev êrîş li dijî mirovahiyê ye û pir armancê wê yê veşartî hene."
Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. Ne tenê kurd di heman demê de pêkhateyên Ereb, Aşurî, Keldanî, Çeçen û Suryanî jî, bi van êrîşan rû bi rû man. Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Sûryanî Corcêt Bersom axivî û êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava şermezar kir.
'Ev êrîş li dijî mirovahiyê ye û pir armancê wê yê veşartî hene'
Corcêt di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka xwe bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş li dijî mirovahiyê ye û pir armancê wê yê veşartî hene.Yek ji wan armancan ew e ku yekîtî û wekheviya gelên li Sûriyeyê hedef tên girtin."
'Dewleta tirk dixwaze DAIŞ'ê ji nû ve nûjen bike'
Corcêt destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze ser xaka wan guhertinên demografîk çêbike û wiha domand: "Dagirkeriya dewleta tirk dixwaze herêma me vala bike û guhertinên demografîk çêbike. Dîsa dixwazin gelê me qetil bike û DAIŞ'ê ji nû ve nûjen bike."
'Hemû gelên li ser vê axê di nava xetereyê de ne'
Corcêt bandora êrîşan ên li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê wiha vegot: "Ev êrîş bandorek neyînî li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bandorek neyînî li ser gelên Suryanî, Aşûrî, Ereb û Keldanî jî dike. Ev gelan jî ji ber êrîşên dewleta dagirker metirsiyek mezin dijîn. Hemû gelên li ser vê axê di xetereyê de ne."
'Em bi xaka xwe ve girêdayîne'
Corcêt herî dawî bang li civaka navneteweyî kir û wiha got: "Em banga lezgîn ji civaka navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û hemû rêxistinên jinên cîhanê dikin ku ev êrîş bên sekinandin û korîdorek mirovî were vekirin. Êrîşê dagirkeriyê didomin û heta vê kêlîyê jî dewam dike. Tenê şansa me ew e ku em li berxwe bidin."







